JIN
Hemû Nûçe
-
KJK'ê bang kir: Ji 15'ê Sibatê heta Nîsanê em bênavber çalakiyan bikin
Koordînasyona KJK'ê bang li gelê Kurd û dostan kir ku ji 15'ê Sibatê heta 8'ê Adarê, Newrozê û 4'ê Nîsanê bi biryardariya çalakiyan a bênavber têkoşînê li qadan mezin bikin. -
Ji bo Bîrsen Kars merasîma oxirkirinê hat lidarxistin
Berxwedêra girtîgehê yê 19’ê Kanûnê Bîrsen Kars ku 6’ê Sibatê li bajarê Elmanya Stûttgartê jiyana xwe ji dest da bi merasîma ku ji aliyê Mala Çandê ya Gel a Stûttgartê ber bi Stenbolê ve hat oxirkirin. -
SKB: Em Bîrsen Qersê tu carî ji bîr nakin
SKB Ewropa derbarê Bîrsen Qers a ku li Elmanyayê ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin û jiyana xwe ji dest da, peyamek weşand û got, "Em ê bi îdealên wê yên jiyana bê çîn û mêtingeriyê re girêdayî bimînin, em ê ti carî wê ji bîr nekin." -
Jinên Êzidî û Ereb li Şengalê komplo şermezar kirin
Di çarçoveya şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê jinên Şengalê meşek girseyî lidarxistin. Jinan gotin ku ewê heya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin. -
Yalçindag: Divê muwekîla min Tûglûk were berdan
Reyhan Yalçindag a ku parêzera Aysel Tûglûk e got “Ji bo tespîtkirina rewşa muwekîla min sê roj jî dibe ku bes in. Divê Tûglûk were berdan.” -
Li Elmanyayê li ser 20 hezar keçan xetereya sunnetkirinê heye
Li Elmanyayê li gorî texmînan sunnetkirina jinan bandor li 75 hezar kesan kiriye û tê diyarkirin 20 hezar keç û jin jî di bin rîskê de ne. -
JINNEWS: Meha Çileyê 32 jin hatin qetilkirin
Li gorî ajansa nûçeyan a jinê JINNEWS, meha Çileyê herî kêm 32 jin hatin qetilkirin, 31 jin jî bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan. -
Di şexsê Tugluk de êrîş li ser jinên Kurd e
Ji ber helwesta desthilata Tirk a ku di hiqûqa dijmin de jî cihê vê nîne, hê jî siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk rehîn e. -
Careke din Tûglûk birin Girtîgeha Kandirayê
Siyasetmedar Aysel Tûglûk ku sewqî ATK'ê hatibû kirin cardin birin Girtîgeha Kandira ya Tîpa F'yê. -
Ji bo Tugluk daxwazname şandin ji 6 saziyan re
Jinan ji bo girtiya bi nexweşiya giran Aysel Tugluk a rehîn were berdan daxwazname ji 6 saziyan re şandin. -
Li ser dosyaya rojnamevan Nûrcan Yalçin biryara nixumandinê hate standin
Li ser dosyaya rojnamevan Nûrcan Yalçin a ku hatiye destgîrkirin birryara nixumandinê hate standin. -
Ez ber bi serdema serfiraziyê ve diçim
Ez ji nava zemanekî şerekî xedar derbas dibim. Di diyalektîka jiyanê ya çiyayan de ez vê têkiliyê ava dikim. Ez di vê têkiliyê de israra di şoreşê de dibînim. Ez ber bi serdema serfiraziyê ve diçim. -
TAJÊ encamnameya komxebata xwe ragihand
TAJÊ encamnameya komxebata xwe ku bi dirûşmeya ''Yekîtî û têkoşîna mîsogeriya parastina jinê ye'' li Şengalê pêk anî ragihand. Hate destnîşankirin ji bo ku careke dî jin neyên qirkirin, hewceyî bi geşkirina têkoşînê heye. -
Dayikên Plaza de Mayo peyama piştevaniyê dane gelê Kurd
Dayikên Plaza de Mayo êrîşên dewletên Tirk şermezar kirin û gotin ji bo ku deng û çalakiyên ku qirkirinê şermezar bikin zêdetir bibe ew ê hewl bidin. -
YJK-E'yê ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kir
YJK-E'yê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û ji bo çalakiyên li Elmanyayê banga tevlîbûnê kir. -
TAJÊ: Sekna gelê me Şengalê ber bi xweserî û azadiyê ve dibe
TAJÊ êrişên dewleta Tirk weke hewldaneke tirsonekî pênase kir û got, "Em li ser axa xwe li ber xwe didin. Me çawa berê serî netewand, em ê ji niha û pê ve jî serî netewînin." -
TJK-E: Roja hesabpirsîna ji faşîzmê ye
TJK-E'yê di serî de jin bang li gelê Kurd, dost û raya giştî ya demokratîk kir ku li ber êrişên dewleta Tirk rabin û têkoşîna hevpar mezin bikin. -
Li Samsûnê jinek hate qetilkirin
Li navçeya Kavakê ya Samsûnê mêrê bi navê Baki Kaya hevjîna xwe ya ku daxwaza veqetînê dikir Gulbahar Kaya qetil kir. -
‘Divê demildest Aysel Tûglûk serbest were berdan‘
Jinên Hatayê ji bo piştevaniya bi Aysel Tûglûk re name şandin. Endamên Platforma Jin bi Hev re Hêz in bang li Wezareta Dadê û ATK’ê kir û xwestin peyîra xwe bi cih bînin. -
Hejmara nû ya kovara Xwebûn derket
Kovara Xwebûn ku sê mehan carekê tê weşandin, hejmara xwe ya nû bi manşeta "Sekneke têkoşer wê tundiya li dijî jinê ji holê rake" weşand. -
Du jin hatin qetilkirin û du jinan jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan
Li Edene, Stenbol û Ardahanê du jin hatin qetilkirin û du jinan jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan. -
PAJK: Xeta hevrê Viyan Soran li dijî komplogeran misogeriya azadiyê ye
PAJK'ê destnîşan kir ku bi ruhê Viyanan, Bêrîtanan û Zîlanan dikarin têkoşîna azadiyê bi ser bixînin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin. PAJK'ê bang li jinên Başûr jî kir ku bi ruhê Viyanan tevlî pêngava dema azadiyê bibin. -
Newaya Jin: Pêşî li ronesansa Kurdan nikare bê girtin
Newaya Jinê di hejmara xwe ya nû de giranî da ser mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya Kurdan, siyaseta serdestan a ku vî mafî terorîze dike vegot û cih da mijarên; polîtîkaya dewleta Tirk a li zindanan, qirkirina jinê û serpêhatiya sînemaya Kurd. -
Li Seqizê çalakvana jin a Kurd hat destgîrkirin
Di çarçoveya pêla girtin û desgîrkirina çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê yên ji aliyê rejîma Îranê duh li bajarê Seqizê çalakvaneka jin hat destgîrkirin. -
Jinên Êzidî dîwarê di navberê de rakirin
Jinên Êzidî piştî ku felsefeya PKK'ê nas kirin, gelekî zû û bi bandor guherîn. Bi rêya komxebatekê xwestin ku jinên Ereb jî bikin hevparê vê serketinê. Dîwarê di navbera xwe de hilweşandin.