Di şexsê Tugluk de êrîş li ser jinên Kurd e
Ji ber helwesta desthilata Tirk a ku di hiqûqa dijmin de jî cihê vê nîne, hê jî siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk rehîn e.
Ji ber helwesta desthilata Tirk a ku di hiqûqa dijmin de jî cihê vê nîne, hê jî siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk rehîn e.
Aktivîsta TJA'yê û Hevseroka Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) Seval GUlmez got di şexsê Aysel Tugluk de êrîş li ser pergala hevseroktiyê, rengê jinê yê li nav siyasetê, keda wê û vîna vê ye.
Êrîşa AKP'ê ya li ser jinên Kurd didome. AKP-MHP êrîşê dibe ser jinên ku di nav siyaseta Kurd de sembol in, dixwaze zextê li ser vîna wan bike û holê ji wan hilîne. Cezayê bi salan li wan dibire û wan li girtîgehê dihêle.
Aysel Tuglu jî yek ji wan navan e ku di hedefa dewleta Tirk de ye.
Yek ji sedema sereke ku Tugluk kirin hedef ew e ku siyasetmedara pêşî ya jina Kurd e ku pergala hevseroktiyê daye bicihkirin. Ji ber ku hevseroktî wê qelşek li avaniya dewletê ya zilamserwer û yekreng vekira. Her wiha bi salên ked daye tevgera siyasî ya Kurd û ti caran li paş têkoşê nemaye. Ji têkoşîna azadbûna jinê, ji têkoşîna ku Kurd bibin xwedî heq û hiqûqekî ti caran xwe nedaye paş.
Malbata Tugluk ji Dersimê ye. Tugluk 17'ê Tîrmeha 1965'an li Xarpêtê jidayik dibe, hê dema 7 salî ye bavê wê Hiseyîn û dema ku 14 sali ye jî birayê wê Aytekîn jiyana xwe ji dest didin. Malbata Tugluk piştre derbasî Stenbolê dibe. Tugluk piştî ku Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê diqedîne, bi rengê parêzeriya serbest dixebite. Dibe Enama Desteya Rêveber a Lêkolînên Civakî û Hiqûqî. Tugluk endama Komeleya Mafê Mirovan e û yek ji damezirandêra Komeleya Jinên Welatparêz e. Bi slan di nav xebatên hiqûq û jinan de bi roleke çalak radibe.
Tugluk parêzera berê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e jî. Piştî ku Ocalan 15'ê Sibata 1999'an bi komploya navnetewî anîn Tirkiyê û cezayê darvekirinê lê hate birîn, ji bo ku ceza were sivikirin li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê parastina Ocalan kir.
Tugluk 12'ê Hezîranê 2011'an di hilbijartinê de bû wekîl, piştre tevlî HDP'ê bû. 17'ê Adara 2010'an ji ber axaftinên wê yên li Geverê sala 2011'an 2 sal ceza lê hate birîn, ji ber axaftinên wê yên di navbeyna 2007-2010'an de bi tevahî 14 sal û 7 meh ceza lê hate birîn.
Tugluk Kanûna 2016'an hate destgîrkrin, piştre bi hinceta endamtiya rêxistinê ye hate girtin. Ji dozên ku hatî darizandin 2'yê Çle ya 2018'an 1 sal û 6 meh, 17'ê Adara 2008'an 10 sal ceza lê hate birîn. Tugluk niha li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Kocaleliyê girtiye.
13'ê Îlona2017'an diya Tugluk, Hatûn Tugluk rehmet kir. Komeke faşîst a Tirk bi arestekariya Wezîrê Navxwe yê Tirk Suleyman Soylu êrîş bire ser gora Hatûn Tugluk. Bi miteleya ku wê dîsa êrîş biçe ser gora diya wê, Tugluk xwest ku cenazeyê diya ji gorê were derxistin. Li ser daxwaza wê cenazeyê diya wê li Dersimê hate veşartin.
Aysel Tugluk li girtîgehê bi nexweşiya demansê ket, nexweşiyawê sala 2021'an lê girantir bû, xasma ji van mehên dawî rêxistinên jinan, partiyên siyasî, civaka sivîl û saziyên mafan ji bo ku Tugluk were berdan kampanya, çalakiyan dikin. Ji ber dijminatiya desthilata Tirk hê jî Tugluk nayê berdan.
Aktivîsta TJA'yê û her wiha Hevseroka Bajêr a Amedê ya DBP'ê Seval Gulmez diyar kir AKP-MHP di nav kasoyekê de ne û dixwazin heyfa vê ji jinên Kurd hilînin yên ku bi rengekî çalakiya têdikoşin.
Gılmez diyar kir ev êrîşa wan wê neçe serî û got: ''Heke ku hişmeniya nêrane pergala xwe neguherîne her demê wê Leyla Guven, Ayşe Gokkan, Aysel Tuglukên nû çêbibin û têbikoşin. Bi ceribandina hemû polîtîkayên şerê taybet a li ser jinên Kurd û bi girtina wan nikarin têkoşîna jinên Kurd tine bikin. Ji ber ku di zemîn û polîtikaya wan de problem heye. Heta ku ev çareser nebe ev şer ê bidome.
Gulmez rexne kir, ji ber sedema li gel ku Tugluk nexweş e jî nayê berdan û got, ''Di rewşeke wiha de ku problema tendiristiyê dijî, hê jî girtina wê, bi serê xwe sûcekî mirovahiyê ye. Di şexsê Aysel Tugluk de êrîşê tînin ser hemû jinên Kurd. Bi mantiqa ku jinên Kurd mehkûmî îmha û mirinê bikin vê dikin. Sedema nêzîkatiya wiha bi zilmîtî ya li Aysel Tugluk, bi temamî têkilî wê ye ku Aysel Tugluk pêşengiya pergala hevseroktiyê kiriye. Her wiha li van xakan ji bo gelek jinên ku siyasetê dikin bûye mînak. Di şexsê Aysel Tugluk de êrîşli ser perggala hevseroktiyê, rengê li syasetê ya jinê, kedaw ê û vîna wê heye.
Gulmez bi berdewamî diyar kir ji bo ku Tugluk were berdan kampanyayan dikin lê li gel vê dixe xebatên din jî werin kirin û got, ''E mê têkoşîna Ayselan ti caran li erdê nehêlin.Berxwedan heq e û em ê berxwedan xwe bidomînin. Îro em ji bo Aysel Tugluk kampanya dikin. Ji bo ku ew were berdan em xebatan dikni. Divê em dengê xwe gur bikin, bi girseyî bikin û bibin dengê derve yê girtiyan.''