Du jin hatin qetilkirin û du jinan jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan
Li Edene, Stenbol û Ardahanê du jin hatin qetilkirin û du jinan jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan.
Li Edene, Stenbol û Ardahanê du jin hatin qetilkirin û du jinan jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan.
Li Taxa Yenîbaraj a Seyhana Edeneyê mêrekî hevjîna xwe û dêya wê qetil kir.
Hate ragihandin Abdurahman A. (32) hevjîna xwe Huda Gun (39) û dêya wê Naîma Gun qetil kiriye.
Li Taxa Gumuşpala ya Avcilara Stenbolê jî Kubre Ece bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin Ece di 30’ê Çileyê de li mala ku hevala wê yê zilam jî tê de û bi giştî 7 kes lê bûn, ji şaneşînê ketiye. Piştî ku Ece rakirin nexweşxaneyê li wir jiyana xwe ji dest da.
Li Goleya Ardahanê jî Fatma Sarikaya (78) bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Hate diyarkirin dema nan li tenûrê dixist agir bi kincên wê ketiye. Piştî ku ew rakirin nexweşxaneyê, wê jî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeyên ku Bîanetê ji rojnameyên herêmî, navneteweyî, ajansan kom kiriye mêran di sala 2019’an de herî kêm 328, di sala 20202’an de herî kêm 284 û di sala 2021’an de jî herî kêm 324 kin kuştine.
Li gorî rapora daneyên salan 2021’an a Platforma Em ê Cînayetên Li Ser Jinan Bidin Rawestandin 280 jin ji aliyê mêran hatine qetilkirin û 217 jinan jî bi awayekî gumanbar jyana xwe ji dest dane. Li gorî raporê ji sedî 64’ê jinan li mala xwe hatine qetilkirin.