Jinên Êzidî û Ereb li Şengalê komplo şermezar kirin
Di çarçoveya şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê jinên Şengalê meşek girseyî lidarxistin. Jinan gotin ku ewê heya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.
Di çarçoveya şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê jinên Şengalê meşek girseyî lidarxistin. Jinan gotin ku ewê heya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.
Bi sedan jinên Êzidî û Ereb bi dirûşmeya “Bi berxwedana Jinan emê Rêbertî azad bikin” li dijî komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Jinan tekez kirin ku ewê jiyanek bê rêbertî bi tu awayî qebûl nekin û diyarkirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abbdullah Ocalan ew ê tekoşîna xwe bidomînin.
Civaka Êzidî ku ji dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de xwe li ser fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêxistin kiriye, bê navber ji bo azadiya rêberê xwe dinava çalakiyan de ne. Her sal taybet bi nêzîkbûna 15’ê Sibatê roja komploya navneteweyî ya li ser Rêber Ocalan, bi pêşengiya jinên Êzidî li Şengalê dest bi çalakiyan tê kirin.
Îsal jî bi heman armancê bi pêşengiya Tevgera Azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Şengalî dest bi rêze çalakiyan dikin.
Îro li Şengalê bi tevlêbûna jinên Êzidî û Ereb bi dirûşmeya “Bi berxwedana Jinan emê Rêbertî azad bikin” meşek girseyî hate lidraxistin. Di meşê de komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.
Meşa ku bi pêşengiya TAJÊ’ê pêkhat ji seytera Şehîd Gênco a Asayîşa Êzdîxanê ku dikeva derê Geliyê Kersê despêkir. Di meşê de alên rêxstinên jinan ên Şengalê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin.
Her wiha di meşê de bê navber dirûşmên “Bê serok jiyan nabe, kes nikare roja me tarî ke” hatin gotin.
Meşê heta ber baxçeyê Serok Apo ya li Geliyê Kersê dewam kir. Li vir jin li hev kombûn û bi daxuyaniyekê daxwaza azadiya Ocalan kirin.
Daxuyaniya TAJÊ’ê ji aliyê Siham Şengalî ve hate xwednin.
Di daxuyaniyê de îşaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û hat gotin, “Ji 15’ê Sibata 1999’an de, heya roja me ya îro Rêber Apo di zindana Îmraliyê de dibin tecrîdek gelek giran de ye. Ji wê rojê heya roja me ya îro komployên cûr bi cûr li ser gelê me dewam dikin û komplo bi dawî nebûne. 15 Sibatê rojek reşe ji bona gelê Kurd û tevahî mirovahiyê. Bi komployek navdewletî bi awayek bê bextî Rêber Apo hat girtin û teslîmî dewleta Tirk hat kirin.
Xwestin ku bi komployê şoreş û têkoşîna azadiyê tesfiya bikin di şexsê Rêber Apo de îradeya azad têk bibin û têkoşîna gel tûne bikin.Lê beruvajî wê gel bi xwedîderkatina li Rêberê xwe kompilo bi temami vala derxistin, her weha sekin û têkoşîna Rêbertî kompilo têk bir. Di Şengalê de îro gelê Êzidî û bi teybet jina Êzidî bi saya fikir û ramanê Rêber Apo îro li ser axa xwe ya pîroz jiyana azad diafirînin. Jinên Êzidî li Şengalê li ser fikir û felsefeya rêber Apo civaka bi hizir, îrade û rêxstinkirî dide avakirin. Jiyana ku îro li xaka pîroz Şingalê tê jiyan kirin bi felsefeya azadiyê ya Rêbertî tê honandin.”
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, wek jinên Ezidî ew deyndarê Rêber Apo ne û wiha domand; “Em pir baş dizanin ku êrîşên li ser civaka Ezidî li Şengalê ji kompiloya 15 sibata 1999 an ya li dijî Rêber Apo ne cudaye û bi heve girêdayî ne. Ji ber ku civaka Ezidî bi teybet jinên Êzidî piştî fermanê fikrê Rêbertî ji nêz ve nas kirin, xwe li ser bi rêxstin kirin û di roja îro de jî pêşengtî ji avakirina xweseriya demokratîk û avakirina Netewa Demokratî re dikin. Wek jinên Ezidî emê heya dawiyê xwedî li Rêberê xwe derkevin. Bi xwe rêxstin kirin û bilindkirina têkoşînê em ê hemû komployan vala derxînin.”
Piştî daxuyaniyê bi dirûşmên “Bê serok jiyan nabe” meş bi dawî bû.