‘Divê demildest Aysel Tûglûk serbest were berdan‘
Jinên Hatayê ji bo piştevaniya bi Aysel Tûglûk re name şandin. Endamên Platforma Jin bi Hev re Hêz in bang li Wezareta Dadê û ATK’ê kir û xwestin peyîra xwe bi cih bînin.
Jinên Hatayê ji bo piştevaniya bi Aysel Tûglûk re name şandin. Endamên Platforma Jin bi Hev re Hêz in bang li Wezareta Dadê û ATK’ê kir û xwestin peyîra xwe bi cih bînin.
Endamên Platforma Jin bi Hev re Hêz in ji bo piştevaniya bi Aysel Tûglûk re li Antakyayê name şandin û pişte daxuyanî dan çapmeniyê.
Daxuyanî li ser navê Endamên Platforma Jin bi Hev re Hêz in Mûtlû Aymaz xwend.
Aymaz diyar kir ku ji 54 walatan bi yek dengê jin bang li Wezareta Dadê û Saziya Tipa Edliyê dikin û got:“ Berî ku direng bibe, peywîra xwe bi cih bînin.“
Aymaz anî ziman ku Tûglûk ji bo têkoşîna jinê, jinek girîng e û wiha got: “Li girtîgehên Tirkiyeyê gelek jê giran bi sedan girtiyên nexweş hene. Meha borî 7 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest da. Serbest berdana girtiyên nexweş pêwîstiya qanûn û peymanên neteweyî û navneteweyî ye. Mafê her kesî heye ku li malê û di nav hezkiriyên xwe de bijî û were dermankirin. Em mafê jiyanê diparêzin. Em ji bo Aysel Tûglûk azadî wek 1000 jin derketin rê; Îro ji 54 welatan û hema bêje ji hemû bajarên Tirkiyeyê zêdetirî 6000 jin vî dengî bilind dikin.“
JI BO HEMÛ GIRTIYÊN NEXWEŞ AZADÎ
Aymaz got ku di şexsê Asel Tûglûk de ji bo hemû girtiyên nexweş re em azadiyê dixwazin û ev tişt got: “Em peywîra Wezareta Dadê û Saziya Tiba Edliyê li bîra wan tînin û dibêjin divê demildest Aysel Tûglûk serbest were berdan.“