Jinên Êzidî dîwarê di navberê de rakirin

Jinên Êzidî piştî ku felsefeya PKK'ê nas kirin, gelekî zû û bi bandor guherîn. Bi rêya komxebatekê xwestin ku jinên Ereb jî bikin hevparê vê serketinê. Dîwarê di navbera xwe de hilweşandin.

Şerê sedsala 21'ê bi giranî li ser qirkirina jinê û ekolojîk pêk hat. Şerê ku bi navê şerê cîhanê yê sêyemîn dest pê kir, li Rojhilata Navîn veguherî şerê parvekirina herêmê ku di navbera hêzên hegemonîk de qewimî. Bi destê komên çete, nijadperestiya Tirkiyeyê û hêzên Îslam a radîkal, zexta qirkirinê li herêmê hate kirin. Herî zêde jin hatin qirkirin. Qirkirina ku veguherî qirkirina beden û çanda jinê, di şexsê jinên Êzidî de hate kirin. Di şerê qirkirinê yê serdemê de trajediya ku bi serê jinan ve hate anîn gelekî giran bû ku nayê jibîrkirin. Li gel vê yekê, çanda têkoşîn û berxwedanê ya ku jin gihand cewhera xwe, di serî de DAÎŞ, kom û dewletên mîna wê jî anîn ber têkçûnê.

Têkoşîna jinan, bi taybetî jî têkoşîna jinên Êzidî destanek nivîsand ku li herêmê nayê jibîrkirin. Lewma ne şaş e ku mirov bêje, yên di şer de hem winda kirin hem jî bi ser ketin, jin bûn.

DAÎŞ piştî ku têk çû, ji bo cara duyemîn xelîfetiya xwe ragihîne li Hesekê dest bi êrişê kir. Lê ev gava DAÎŞ'ê jî li bin guhê metala berxwedanê ya jinan û şervanên azadiyê kir. Vê carê jî têk çû.

Di vê demê de ku DAÎŞ cara duyemîn hate têkbirin, li Şengal a ku şopa gelek fermanan lê heye, jinên Kurd ên Êzidî û jinên Ereb ên Misilman yekemcar bi mijara 'têkoşîna hevpar a li dijî qirkirina jinê' di komxebatekê de li hev civiyan. Yekemcar ji hev re qala pirsgirêkên xwe kirin. Ji hev re vegotin ku di nava lepên şer de jin çawa xwe digihînin cewhera xwe, bi çi rengî bi ser dikevin û encamên berxwedanê çi ne.

Şêwra ku li bajarokê Tilizêr ê Şengalê pêk hat, hesta hevpar a jinên Êzidî û Ereb xurtir kir. Her ku ji hev re vegotin û guh dan hev, fêhm kirin ku ji hev cuda nînin. Cîhana jinan weke hev e, dewleteke xwe ya ku bi sînoran hatiye xêzkirin nîne. Ruhê wan û bûyerên bi serê wan ve hatiye dike ku wan di heman netewe û baweriyê de bigihîne hev; neteweyeke mezin a ji jinan.

Jinên Êzidî û Ereb yekemcar pirsgirêkên xwe li platformeke hevpar anîn ziman. Lewma şêwra ku li Şengalê hate lidarxistin ji bo jinan xwedî wateyeke manewî ye. Nêrîna jinên Êzidî ya li jinên Ereb û dervehiştina jinên Ereb li bûyerên li herêmê, sedema bingehîn a vê yekê bû.

Bandor û nîşaneya fermanê li nava civakê bi vî rengî bû; "Xwe li malê asê bike, ti carî dernekeve derve, bi Ereban re neaxive, bila kes te nebîne û nebe." Bandora parçebûna li nava civakê li ser jinên Ereb, weke encamek ji vê fermanê bû. Dema ku mirov guh dide jinê, yekser bûyerên bi serî ve hatine yekser vedibêjin. Jinên Ereb her tim li mirovên ku dikare lê guhdarî bike û jê fêhm bike digere.

Jinên Êzidî û Ereb nîşaneya wê yekê ne ku li heman welatî dimînin, lê gelekî dûrî hev hatine hiştin. Ji aktîvîstên tevlî şêwrê bûn Bidor Elcerah got, "Siyaseta li Iraqê tê meşandin siyaseta biyanîkirina me ji hev e. Em jin, ji ber siyaseta şaş a Iraqê û welatên cîhanê bûne biyaniyên hev. Qîma xwe bi vê jî neanîn, di heman demê de em kirin dijminê hev. Halbûkî em jin in. Li ku dibin bila bibin, em mîna hev in."

Ev gotinên jineke Êzidî balkêş bû: "Li vê cîhanê em weke gunehekî dîtin. Dema ku ji cihê me xwê veşartî li bûyeran temaşe dikir, ji me hebû ku tenê em avêtine cîhana gunehan. Me êşên jinên li derveyî xwe bi êşên xwe newezinand."

Qirkirina li vê xakê herî zêde jin ji hev qut kirin. Qirkirina biyanîkirin û dijminkirina hev e. Dema ku xwe gihandin cewhera azadî û xakê, hingî berxwedana wê jî bi bandor û encamgir e. Li hemberî rastiya ku hatiye têkbirin; berxwedan û şerkirin ne hêsan e, di heman demê de guhertin û veguhertina wê jî ne hêsan e. Jinên Êzidî piştî ku felsefeya PKK'ê nas kirin, zû û bi bandor guherîn, veguherîn. Ev guhertin destpêkê li nava Şengalê hate dîtin. DAÎŞ hate têkbirin û tiştên hîn bûyî bi jinên Ereb ên fikir û fîzîka wan hatiye dorpêçkirin, hatin parvekirin. Xwestin jinên Ereb jî bikin hevparê serketina xwe. Felsefeya ku pejirandin, ev yek da kirin. Dîwarên ku bi dehan salan hatibûn lêkirin gav bi gav hatin hilweşandin û êdî dîwarekî bi vî rengî di navberê de nîne. Dem hatiye ku destê xwe dirêjî hev bikin. Dem hatiye ku li cewhera xwe vegerin. Di civaka xwezayî de ma ne jin bû ku hebûn, jiyan û bedewî diafirand? Wê demê tenê nasnameyeke jinê heye; ew jî jinbûn e.

Di şêwra jinên Êzidî û Ereb de pirsgirêkên cewherî yên jinan û bûyerên bi serê wan ve hatin bi rengê herî eşkere hatin nîqaşkirin. Kelecana kombûna li hev li tevahiya Şengalê û Iraqê belav bû. Jinan gotin, "Madem bûyerên bi serê me ve hatine weke hev e, wê demê çima em têkoşîneke hevpar nemeşînin?"

Ruhê jinê yê ku di şêwrê de hate afirandin wê jinan hemûyan li qadên têkoşîna hevpar bigihîne hev û me hîn bêhtir nêzî hev bike. Biryara ji bo karên hevpar a bi rêya komên piştevaniyê, ji bo destpêkê gaveke girîng e.