TAJÊ: Sekna gelê me Şengalê ber bi xweserî û azadiyê ve dibe

TAJÊ êrişên dewleta Tirk weke hewldaneke tirsonekî pênase kir û got, "Em li ser axa xwe li ber xwe didin. Me çawa berê serî netewand, em ê ji niha û pê ve jî serî netewînin."

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi dauxyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên şevê din şermezar kir û banga bilindkirina têkoşînê li dayîk û jinan kir.

TAJÊ êrişê weke êrişeke tirsonek binav kir û wiha hate gotin: ”Êrişên şevê din ji êrişên DAÎŞ’ê yên Hesekê û girtîgeha Sinaa qut nîne. Di rastiyê de yê li Hesekê têk çû dewleta Tirk bû û nekarî girtiyên DAÎŞ'ê derxe, ji bo careke din êrişê Şengal û Rojava bike. Ya xwest bi DAÎŞ’ê bike, ji ber negihîşt hedefa xwe vê carê bixwe kete dewrê.”

TAJÊ hevdîtina Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî ya li gel sefîrê Tirk jî bi bîr xist û got: "Piştî êrişa ser Hesekê Kazimî serdana Şengalê kiribû û piştî vegeriya li gel sefîrê Tirk hevdîtin kiribû. Pêkhatina van êrişan piştî wê hevdîtinê jî tesadûf nîne. Helwesta Kazimî û hikûmeta Iraqê a li bermaber civaka me sosrete. Dema êriş dijî Şengalê pêktên, deng ji hikûmeta Iraqê dernakeve. Daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê daxuyaniyeke bêçare û ne wêrek da."

Di dewama daxuyaniyê de TAJÊ diyar kir herçend dewleta Tirk navê hemleyê li van êrişên xwe kiribe jî, lê êrişên wan êrişên beriya mirinê ne û got: "Ev hemleya wan hemleya têkçûn û binkeftinê ye. Hemleya nefesa taliyêye."

TAJÊ diyar kir wê ev êrişên berdewam nekarin wan ji axawan bikin û ev peyam hate dayîn: "Em carek din dibêjin, emê dset ji axa xwe bernedin, li vir li berxwe bidin, çawa pêşiyên me serî li ber wan netewandibin, emê jî serî netewînin."

TAJÊ da zanîn gel êdî xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî amade kiriye û wisa jî tevdigere û wiha dirêje bi daxuyaniyê da: "Em berxwedana şervanên xwe pîroz dikin, sekna gelê xwe ya li hember êrişan pîroz dibînin. Wê sekna gelê me Şengalê ber bi xweserî û azadiyê ve bibe.

TAJÊ her wiha bang li civaka Êzidî kir û got: "Divê civaka me bizane ev êriş ne tenê li ser yekîneyekê ye, ev êriş hebûna me ya netewî û dîroka me hedef digire. Em bang li gelê xwe dikin, ji hêzên xwe re bibin mertal. Divê dema dîrokî de roleke girîng dikeve ser milê dayîkên Êzîdxanê."

TAJÊ di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji kampa Mexmûrê re xwest û şifayê ji birîndar re xwest.