Ji bo Bîrsen Karsê ku di êrîşa qetlîamê ya ku di 19'ê Kanûna 2000'an de hemwext li 20 girtîgehên Tirkiyê bi navê "Vegera Jiyanê" hat kirin de bi qîrîna "şeş jin, bi saxî me şewitandin" di hişan de cihê xwe çêkir, li Mala Çandê ya Gel a Stûttgartê merasîma xatirxwestinê hat lidarxistin.
Merasîma oxirkirinê ya ku saziyên şoreşger ên wekî Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), Platforma Dengê Girtiyan (TSP), ADHK, FCK, ATÎK û Partîzan amade bûn, li Mala Çandê ya Gel piştî meşeke kurt bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Di axaftina li ser navê Eniya Gel hat kirin de hate gotin, “Penceşêrê rêhevala me Bîrsen nekuşt, di êrîşa 19’ê Kanûnê de bi hezaran bombeyên kîmyewî yên ku çavkaniya wan hîna nehatiye eşkerekirin li ser şoreşgeran hatin avêtin. Kujerê rêhevala me Bîrsen faşîzm û emperyalîzm e.”
Di çalakiyê de dirûşmeyên "Bîrsen Kars nemir e", "Me berdêl dan, em ê hesabê berdêlan bipirsin", "Bijî hevgirtina şoreşgerî", "Şehîdên şoreşê namirin", "Bimre faşîzm” û “Bijî têkoşîna me" hatin berzkirin.
Piştre cenazeyê Bîrsen Kars bi çepikan ber bi Stenbolê ve hat oxirkirin.
Ji bo Bîrsen Kars wê li Gazî Cemevê ya Stenbolê merasîmek bê lidarxistin û wê li Goristana Gaziyê bê vaşartin.