Li ser dosyaya rojnamevan Nûrcan Yalçin biryara nixumandinê hate standin
Li ser dosyaya rojnamevan Nûrcan Yalçin a ku hatiye destgîrkirin birryara nixumandinê hate standin.
Li ser dosyaya rojnamevan Nûrcan Yalçin a ku hatiye destgîrkirin birryara nixumandinê hate standin.
Rojnameger Nûrcan Yalçin duh di encama serdegirtina malê de li Amedê hatibû destgîrkirin. Yalçin hêj jî li Şaxa 'TEM'ê ya Gerînendetiya Ewlekariyê ya Bajêr tê ragirtin. Parêzerên Yalçin duh xwestin biçin serdana wê lê hat zanîn ku biryara qedexeya hevdîtinê ya 24 saetan hatiye dayîn. Parêzerên Yalçin îro jî çûn Şaxa TEM’ê û hîn bûn ku dozgeriyê ji bo dosyaya Yalçin biryara nepeniyê da ye.