TJK-E: Roja hesabpirsîna ji faşîzmê ye
TJK-E'yê di serî de jin bang li gelê Kurd, dost û raya giştî ya demokratîk kir ku li ber êrişên dewleta Tirk rabin û têkoşîna hevpar mezin bikin.
TJK-E'yê di serî de jin bang li gelê Kurd, dost û raya giştî ya demokratîk kir ku li ber êrişên dewleta Tirk rabin û têkoşîna hevpar mezin bikin.
Tevgera Jinên Kurdistanê ên li Ewropayê (TJK-E) li ser êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser Şengal, Mexmûr û Dêrikê daxuyaniyek da û got, "Bi piştevaniya navneteweyî em pêşî li van êrişan bigirin ku dixwazin di sedsala 21'ê de qira Kurdan bînin."
TJK-E'yê bang li hêzên navneteweyî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê kir ku li dijî van êrişên li derveyî mirovahiyê berpirsyariya xwe bi cih bînin û helwestê nîşan bidin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Saziyên navneteweyî hemû divê dawî li bêdengiya li hemberî dewleta Tirk a faşîst bînin û gavên şênber biavêjin. Divê neyê jibîrkirin ku bi qasî dewleta Tirk, PDK û saziyên navneteweyî yên xwe kerr dikin ji encamên van êrişan berpirsyar e.
Li ser vê bingehê di serî de jin, em bang li gelê me, dostên xwe û raya giştî dikin ku li ber faşîzmê rabin û têkoşîna hevpar mezin bikin.
Bi piştevaniya navneteweyî em pêşî li şerê li Kurdistanê bigirin.
Roj roja hesabpirsîna ji faşîzmê ye."