Şehîdên Parisê û şehîdê Tişrînê Brûsk Dêrik li Hildesheimê hatin bibîranîn
Şehîdên Parîsê û şehîdê Berxwedana Tişrînê Brûsk Dêrik li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê hatin bibîranîn.
Şehîdên Parîsê û şehîdê Berxwedana Tişrînê Brûsk Dêrik li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê hatin bibîranîn.
Yek ji kadroyên pêşeng ên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parisê Fîdan Dogan (Rojbîn), Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) yên 9’ê Çileya 2013’an, Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdûrrahman Kizil 23’yê Kanûna 2022’an li Paytexta Fransa Parisê hatin qetilkirin, şehîdê Berxwedana Bendava Tişrînê Brûsk Dêrik (Salih Îbrahîm) ê di 28’ê Kanûna 2024’an de şehîd bûbû, li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê hatin bibîranîn.
Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Hildesheimê hat lidarxistin. Bîranîn bi pêşengiya Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ve hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan tevlî bîranînê bûn. Li qada bîranînê quncika ji wêneyê şehîdan hat danîn. Quncika şehîdan bi qurnefîlan û findan hatin xemilandin. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.
Di bîranînê de peyama Meclîsên Komuna Şoreşger a Ewropa ya Braunschweigê hat xwendin. Di peyamê de wiha hate gotin: “Têkoşîna ku li çar parçeyên Kurdistanê di serî de li Rojava tê meşandin ji bo gelên cîhanê bi taybetî jî ji bo gelên Rojhilata Navîn hêviyek e û weke Meclîs em li gel têkoşîna rewa û mafdar a gelê Kurd in.”
Li ser navê KOMAW’ê jî Xoşnav Ata axivî û got: “Berî her tiştî di şexsê şehîdên Parisê de ez hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi rêz û minetdarî bîrtînim. Ji bo ku em xwedî li şehîdên xwe derkevin û tola wan hilînin, em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku di 11’ê Çileyê de berê xwe bidin Parisê. Ji bo ku em hesabê komkujiyan bipirsin divê li Parisê em bibin yek deng.”
Di bîranînê de şehîdê Berxwedana Bendava Tişrînê Brûsk Dêrik (Salih Îbrahîm) ê di 28’ê Kanûna 2024’an de şehîd bûbû jî hat bibîranîn. Di bîranînê de malbata şehîd sersaxî qebûl kir û soza şopandina rêya şehîdan dan.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.