Li Samsûnê jinek hate qetilkirin
Li navçeya Kavakê ya Samsûnê mêrê bi navê Baki Kaya hevjîna xwe ya ku daxwaza veqetînê dikir Gulbahar Kaya qetil kir.
Li navçeya Kavakê ya Samsûnê mêrê bi navê Baki Kaya hevjîna xwe ya ku daxwaza veqetînê dikir Gulbahar Kaya qetil kir.
Li navçeya Kavakê ya Samsûnê Baki Kaya (44) ku ji ber tundî li ser hevsera xwe kiriye mehek biryara durxistinê girtî bû, hevjîna xwe ya ku daxwaza veqetînê dikir Gulbahar Kaya (42) qetil kir.
Li ser îxbara cîranan ekîbên tenduristiyê hatin malê û Gulbahar Kaya rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kavakê, tevî hemû mudaxeleyan nehat rizgarkirin. Cenazeyê Kaya yê bê can ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê. Kujer Bakî Kaya ê ku ji cihê bûyerê revî ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin.
Hate hînbûn ku ji ber ku Kaya berê tundî li hevsera xwe kiriye mehek cezayê durxistinê girtî bû û ev biryar duh bi dawî bû.
Îro li Edene, Stenbol û Erdexanê 2 jin hatin qetilkirin, her du jinan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.