Yalçindag: Divê muwekîla min Tûglûk were berdan

Reyhan Yalçindag a ku parêzera Aysel Tûglûk e got “Ji bo tespîtkirina rewşa muwekîla min sê roj jî dibe ku bes in. Divê Tûglûk were berdan.”

Siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk a ku di Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê de ye û piştî êrişa nijadperest a li ser dayika wê, tendirustiya wê xerab bûbû, sê rojan li Serokatiya Desteya Îhtîsasê ya Çavdêriyê ya Saziya Tipa Edlî ma û piştre dîsa ew şandin girtîgehê.

Şaxa Makezanista Tipa Edlî ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Kocaeliyê rapora ‘Di şertên girtîgehê de nikare jiyana xwe bidomîne’ dabû Tûglûk. Lê piştre Saziya Tipa Edlî raporeke berevajî vê raporê da. Ji bo nirxandina van nakokiyan Tûglûk sewqî Serokatiya Desteya Îhtîsasê ya Çavdêriyê ya Saziya Tipa Edlî hatibû kirin.

Ji bo pêvajoya li Saziya Tipa Edlî sê hefte hatibû dayîn lê miayene di sê rojan de qediya. Parêzera wê Reyhan Yalçindag ev pêvajo ji ANF’ê re nirxand.

Yalçindag diyar kir di biryara dadgehê de qala sê hefteyan hatibû kirin û got “Ev nayê wateya ku piştî miayeneya sê hefteyan rapor were amadekirin. Ji bo ku were tespîtkirin rewşa muwekîla min çiqasî giran e, dibe ku sê roj jî bes bin. Ji ber ku ez bi xwe jî dizanim rewşa muwekîla min çiqasî giran bûye. Roja Şemiyê dema parêzer çûne serdana Tûglûk dîtine ku gelekî westiyayî bû.”

Yalçindag diyar kir di meha Kanûnê de 7 cenaze ji girtîgehan derketiye û wekî muwekîla wê gelek girtiyên nexweş hene. Yalçindag got “Derbarê girtiyên nexweş raporên ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) hatine amadekirin, pêşkêşî Wezareta Edaletê û Wezareta Tendirustiyê hatine kirin lê dîsa jî tu gav nayên avêtin. Ev girtiyên nexweş yeko yeko jiyana xwe ji dest didin. Hinek ji wan di hucreyên yekkesî de bi awayekî gumannbar jiyana xwe ji dest didin. Ev tişt tu eleqeya xwe bi hiqûq, wijdan û nirxên mirovî tune.”

Yalçindag diyar kir mirovên ku nexweşiyên wisa hene li derve jî tedawiya wan bi dijwarî didome, ji ber vê divê muwekîla min Tûglûk were berdan.”