Li Elmanyayê li ser 20 hezar keçan xetereya sunnetkirinê heye

Li Elmanyayê li gorî texmînan sunnetkirina jinan bandor li 75 hezar kesan kiriye û tê diyarkirin 20 hezar keç û jin jî di bin rîskê de ne.

Bi koça global re sunnetkirina xedar a jinan li Ewropayê zêde dibe.

Li Elmanyayê li gorî texmînan sunnetkirina jinan bandor li 75 hezar kesan kiriye û tê diyarkirin 20 hezar keç û jin jî di bin rîskê de ne.

Saziyê alîkariyê ya bi navê Plan derbarê sunnetkirina jinan pirtûkeke biçûk weşand.

Kathrîn Hartkopf a ku berdevka Planê ye got “Jêkirina goştê genîtal a jinan binpêkirina mafên mirovan e. Divê jin û zarokên ku vî tiştî bandor li wan kiriye, bi tenê neyên hiştin.”

Plan Internatîonal ji sala 2003’an û vir ve li Misir, Etiyopya, Bûrkîna Faso, Gîne, Gîne-Bîssaû, Malî û Sîerra Leone jî tê de li gelek welatên Efrîkayê li hemberî sunnetkirina jinan kampanyayê dimeşîne. Rêxistin ji bo avakirina navendên şêwirmendiyê alîkariyê dike û ji bo yên ku berê sunnet bûne jî çavkaniyên aborî yên alternatîf ava dike.