BI DÎMEN

CDK-F'ê ji bo çalakiya 11'ê Çileyê ya li Parîsê bang kir

Hevserokê CDK-F'ê Şahîn Polat ji bo hesabpirsîna ji komkujiyên Parîsê, parastina Rojava, xurtkirina destê Rêber Apo bang li her kesî kir ku bi xurtî tevlî çalakiyê bibin.

KOMKUJIYÊN PARÎSÊ

Ji bo bîranîna şehîdên herdu komkujiyên Parîsê yên 9'ê Çileya 2013 û 23'ê Kanûna 2022'an, wê di 11'ê Çileya 2025'an de li Gare Du Nord a Parîsê meş û mîtîngeke mezin bê lidarxistin. Hevserokê Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) Şahîn Polat bi wesîleya çalakiyê ev bang kir:

"Gelê me yê welatparêz, dost û hevrêyên me yên hêja! Weke ku tê zanîn em di salvegera Komkujiya Yekemîn a Parîsê de ne. Di 9'ê Çileya 2013'an de pêşenga por sor a tevgera jinê ya cîhanê Sakîne Cansiz û hevrêyên wê Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez li Parîsê ji aliyê hêzên tarî ve bi destê dewleta kûr hatin qetilkirin. Bi vê wesîleyê em vê komkujiyê careke din şermezar dikin ku komkujî ji aliyê Rêberê me ve weke 'Komkujiya 2'yemîn a Dersimê' hate pênasekirin. Di şexsê hevrê Sakîne Cansiz de komkujî li hemberî paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê hate kirin. Heta ku edalet bi cih bê, heta ku biryara nepenîtiyê ya li ser vê komkujiyê bê rakirin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Çawa ku me komkujiya 38'an ji bîr nekir, em ê komkujiya 9'ê Çileya 2013'an jî ji bîr nekin. Heta ku kujerên komkujiyê bêne eşkerekirin û li pêşberî raya giştî ya cîhanê hesab bidin gelê Kurd, Rêberê Kurdan û Tevgera Jinê ya Kurd...

Bi vê wesîleyê em ê di 11'ê Çileyê de li Gare Du Nord saet di 10:00 de li hev kom bibin û meşeke mezin lidar bixin. Em bang li dostên xwe, hevrêyên xwe hemûyan dikin ku di vê dema dîrokî de bi taybetî ji bo parastina Rojava, ji bo parastina xeta azadiya jinê, ji bo hesabpirsîna ji kujeran, ji bo xurtkirina destê Rêberê xwe, ji bo 'Çareseriya pirsgirêka Kurd û statuya Kurdistanê' bi xurtî tevlî vê meşê bibin."