Koordînasyona PAJK'ê bi wesîleya salvegera 16'an a çalakiya canbexşane ya Viyan Soran daxuyaniyek li ser malpera xwe ya înternetê parve kir.
Daxuyanî wiha ye:
"Em têkoşer û milîtana pêşeng a xeta Rêber APO hevrê Viyan Soran di salvegera 16’an ya şehadetê de bibîrtînin. Di şexsê hevrê Viyan de em tevahî şehîdên ku bi dirûşmeya ‘Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’ li derdora felsefeya Rêber APO ya jiyana azad xwe feda kirin, bi hezkirin, dilsozî û minetdarî bi bîr tînin. Em li dijÎ komploya navneteweyî ya bi bêbextiyeke mezin li hemberî Rêbertiya me û tevahî nirxên mirovahiyê hate kirin hêrsa tolhildanê û nefreta xwe tînin ziman, li pêşberî Berxwedana dîrokî ya Rêber Apo û şehîdên me soza bilindkirina têkoşînê dubare dikin.
HEVRÊ VIYAN BÛ PÎVANA DILSOZÎ Û PARÊZVANA XETA AZADIYÊ
Hêzên komploger ên hegemonîk di 15’ê Sibata 1999’an de bi girtina Rêber APO, xwestin îradeya azad a gelan û jinên berxwedêr di şexsê Rêber Apo de têk bibin, tevgera PKK’ê tasfiye bikin û gelê Kurd di qirkirina sedsalî re derbas bikin. Rêber Apo û şehîdên me yên mezin bi berxwedaniyeke dîrokî û ruhekî fedaiyane bersiv dan komplogeran. Li hemberî komplogeran hêrs û helwesta gelê me, dilsozî û baweriya jinên Kurd a bi doza şoreşa azadiyê dîrokî bû. Hevrê Viyan Soran, weke milîtaneke xeta azadiyê navê xwe di wê dîrokê de nivîsî û li hember komplo û faşîzma mêr-dewletê helwesteke herî radîkal a israra di jiyana azad de bi Rêber Apo re nîşan da. Hevrê Viyan di têkoşîna azadiya jinê de bû pîvana dilsozî, bawerî û parêzvana xeta azadiyê û pêşxistina paradîgma netewa demokratîk ya Rêber Apo.
Têkoşera mezin hevrê Viyan di temenê xwe yê ciwan de ji Başûrê Kurdistanê beşdarî tevgera me ya azadiyê bû. Bi baweriya xwe, bi dilsozî û zanebûna xwe ya neteweyî li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi pêş xist, weke milîtaneke jin ya Apoyî rola pêşengiyê di nav têkoşînê de girt ser milê xwe. Hevrê Viyan, her tim li hember paşverûtiyan û sekna dûdil bi hestên jin û neteweyî xwedî helwesteke bi bandor bû. Hevrê û dilsoza Rêber Apo heval Viyan di sala 2004’an de li dijî hêzên komploger û xeta îxanetkar cihê xwe di nava komîteya jinûve avakirina PKK’ê de girt. Bi têkoşîn û ezmekî mezin ked û xebat meşand. Li ser vî bingehî bû yek ji endamên rêveber ên jinûve avakirina PKK’ê. Di komîteya avakirina PKK’ê de bi sekneke zelal û milîtaneke dilsoza bi xeta Rêber Apo re têkoşiya û bû xwedî roleke mezin. Hevrê Viyan, jinûve avakirina PKK’ê wekî dendika paradîgma Neteweya Demokratîk ya ji aliyê Rêbertiya me ve pêşket dît. Ji bo wê jî jinûve avakirina PKK’ê erkekî dîrokî bû, bi wê zanebûnê xwedî li xeta Rêber Apo ya li ser hîmê azadiya jin û civakê mezin dibû derket û jê re pêşengî kir.
BERXWEDANA LI DIJÎ XIYANETÊ, LI SER XETA VIYANAN DEWAM DIKE
Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo hîn jî dewam dike. Li dijî berdewamkirina komplo û tecrîda girankirî, Rêber Apo bi sekneke dîrokî ya layîqî şehîdan li ber xwe dide. Li ser xeta hevrê Viyan û bi hezaran şehîdan têkoşîna azadiyê berdewam dike. Di pêşengiya jinan de gelê me û milîtanên xeta Rêber Apo ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin têkoşîneke mezin didin. Gerîlayên azadiyê yên li ser xeta Viyanan li Haftenîn, Metîna, Zap û Zagrosê bi vîneke ji pola, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê û îxanetkariya PDK’ê berxwedaneke dîrokî nivîsandin. PDK’ê li dijî gelê me yê li Başûr, ji bo desthilatdarî û berjewendiyên xwe qehîm bike li gel dewleta Tirk di nav îxaneke mezin de ye. Sekna hevrê Viyan û peyama wê li dijî xeta îxanetê bû. Di roja îro de di serî de jinên Kurd û tevahî gelê me li ser xeta Viyanan û bi hezaran şehîdan di nav têkoşîneke mezin de ne, bi îradeyeke azad li ser hîmê felsefeya Rêber Apo li hember hêzên komploger, faşîzma dewleta Tirk û îxaneta PDK’ê bi ruhê berxwedêr li ber xwe didin. Fedaiyên li Girê Sor, Werxelê û Zendûra careke din peyama hevrê Viyan bi şerê gel ê şoreşgerî re kirin yek û di bin dirûşmeya 'Kes nikare roja me tarî bike' li ber xwe dan û bi ser ketin.
Di vê pêvajoyê de ku têkoşîneke mezin tê dayîn, bi helwest, sekin û dilsoziya mezin a hevrê Viyan bi Rêber Apo re em dikarin armanca komplogeran bi temamî têk bibin. Wekî partiya jina azad ya Kurdistanê PAJK’ê li ser xeta şehîdan têkoşîn meşandin û bilindkirin em di vê demê de wekî erkeke dîrokî li ser milê xwe dibînin. Em bi jiyanîkirina ruhê Viyanan, Bêrîtan û Zîlanan dikarin têkoşîna mezin a azadiyê bi ser bixînin û azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe misoger bikin.
BANGA LI JINÊN BAŞÛR: BI RUHÊ VIYANAN TEVLÎ PÊNGAVA DEMA AZADIYÊ BIBIN
Li ser vê esasî em di serî de bang li hemû jinên li Başûr û her wiha Kurdistanê dikin bi ruhê Viyanan di pêngava dem dema azadiyê de cih bigrin. Çawa ku hevrê Viyan bi sekna xwe, bi bawerî û dilsoziya bi Rêber Apo û xeta PKK’ê di pêvajoya herî dijwar a têkoşînê de xwedî li xeta jiyana azad derket, di oxira wê de têkoşîn meşand, di vê pêvajoyê de jî divê her jineke Kurd û milîtanên Apoyî yên li ser xeta Viyanan têdikoşin bi heman ruh û berpirsyarî xwedî li berxwedana dîrokî ya Rêber Apo derkevin.
Em careke din di şexsê hevrê Viyan Soran de tevahî şehîdan bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tînin. Soza me daye şehîdên azadiyê dubare dikin."