Şehîdên Parisê li Reimsê hatin bibîranîn
Şehîdên Parisê bi merasîmekê li Reimsê hatin bibîranîn. Di bîranînê de banga tevlîbûna mîtîng û meşa 11'ê Çileyê ya ji bo bîranîna şehîdên Parisê bê lidarxistin, hat kirin.
Şehîdên Parisê bi merasîmekê li Reimsê hatin bibîranîn. Di bîranînê de banga tevlîbûna mîtîng û meşa 11'ê Çileyê ya ji bo bîranîna şehîdên Parisê bê lidarxistin, hat kirin.
Li bajarê Reims ê Fransayê ji bo yek ji kadroyên pêşeng ên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parisê Fîdan Dogan (Rojbîn), Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) yên 9’ê Çileya 2013’an, Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdûrrahman Kizil 23’yê Kanûna 2022’an li Paytexta Fransa Parisê hatin qetilkirin, bîranîn hat lidarxistin. Bîranîn bi pêşengiya Komuna Jinê ya Xwebûn û Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) a Arîn Mîrkan hat lidarxistin.
Bernameya bîranînê bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de ewilî Hevseroka DKTM’ê Ceylan Dogan axivî. Dogan bal kişand bi ser têkoşîna şehîdên Parisê û got: “Hevrêyên me mîrateya têkoşînê ji me hemû jinan re hişt. Em ê heta dawiyê xwedî li mîrateya wan derkevin û têkoşînê geş bikin.”
Hevseroka Kongreya Civaka Kurd a Ewropayê Zubeyde Zumrut jî axivî û got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pîvanên me zelal in. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, divê Rêber Apo azad bibe.
Li aliyê din jî şerê taybet tê meşandin. Li Kurdistan û Ewropayê şerekî taybet tê meşandin. Ji bo em li hemberî vî şerê taybet li ber xwe bidin, divê mejiyê me zelal be. Li pêşiya me meşa 11’ê Çileyê heye. Divê her kes beşdarî xebatên mîtîngê bibin. Em ê hesab ji qatilan bipirsin.”
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.