TAJÊ encamnameya komxebata xwe ragihand

TAJÊ encamnameya komxebata xwe ku bi dirûşmeya ''Yekîtî û têkoşîna mîsogeriya parastina jinê ye'' li Şengalê pêk anî ragihand. Hate destnîşankirin ji bo ku careke dî jin neyên qirkirin, hewceyî bi geşkirina têkoşînê heye.

Li Şengalê bi dirûşmeya ''Yekîtî û têkoşîna mîsogeriya parastina jinê ye'' TAJÊ ji Bexda, Mûsil, Kerkûk û Şengalê bi tevlêbûna gelek nûnerên civaka sivîl û partiyên siyasî civiya. TAJÊ encamnameya komxebata xwe aşkere kir.

Di encamameyê de wiha hate gotin:

''Tevgera Azadiya jinên Êzidî ( TAJÊ ) piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an li Şingalê  xwe birêxistin kiriye. Çeteyên DAİŞ’ê di şexsê jina Êzidî de civaka Êzidî bi giştî qir kir.  Ji ber ku jin bê rêxistin bu û  îradeya wê ji destê wê hatibû girtin, di fermanê de herî zêde jin bûne qurbanî. Ji bo ku ev qirkirina ku di şexsê jinê de li ser civakê pêk hatî di cîhanê de weke jenosîd bê naskirin TAJÊ’ê di hemû aliyan de xebat dide meşandin. Her wiha ji bo ku qirkirin dubare nebe Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ ) rêxistin kir û jinên Êzidî û hemû jinan hedef dike. Bi rêxistinên jin yên heyî re peywendî datîne û xebatên hevbaş dide meşandin.

Bi armanca ku qirkirina li ser jinên Êzidî û civaka Êzidî ya di fermana 74’an de pêk hatibû di asta Iraqê û cîhanê de were nas kirin, her wiha naskirina  rêxistinbûna jinên Êzidî ya di warê parastinî, siyasî, civakî û îdareyê de ku piştî fermanê hatine ava kirin, di 29-01- 2022’an de li navçeya Til Ezêr ya Şingalê di pêşengtiya Tevgera Azadiya jinên Êzidî ( TAJÊ ) de şêwra jinên Êzidî û Ereb hat li darxistin. Şêwir bi mijarên û niqaşên girîng hat derbaskirin.

Di encamê Şêwra jinên Êzidî û Ereb ya bi pêşengtiya TAJÊ de wê ev xebat di demê pêş de werin kirin.

*Jinên Êzidî û Ereb heman demê hemû jinên Iraqê ji hemû pêkhateyan  ji bo xwe gihandina azadiya jinê û parastina wê, tekoşîneke xûrt bi hevre wê bê meşandin.

*Komîteyekî amadekar  hate avakirin ji jinên Êzidî û Ereb ji bo xebatê komcivîneke din li Bexda bê li darxistin. 

*Ji bo jenosîd li ser jin were qebûlkirin xebateke hevbeş were meşandin. Hewldana  xurtkirina xebata jin û yekîtiya jin li her derê were meşandin

*Ji bo rawastindina şîdeta li  ser jin û hilweşandin zihniyeta dewlet û mêr, tekoşîneke hevbeş were meşandin.''