Careke din Tûglûk birin Girtîgeha Kandirayê

Siyasetmedar Aysel Tûglûk ku sewqî ATK'ê hatibû kirin cardin birin Girtîgeha Kandira ya Tîpa F'yê.

Siyasetmedar Aysel Tûglûk ku di girtîgehê de nexweşîna demansê lê peyda bûbû û çend roj berê sewqî Saziya Tibê ya Edlî A(TK) hatibû kirin, cardin birin Girtîgeha Kandira ya Tîpa F'yê. Bira Alaattîn Tûglûk, anî ziman ku xwişka wê Tûglûk 3 rojan li ATK'ê maye û paşê cardin wê şandine girtîgehê û got: "Di biryara dadgehê de dihat gotin herî zêde dikare 3 hefteyan bimîne. Helbet şertê 3 hefteyan tune bû, lê Saziya Tiba Edlî tenê 3 rojan ew da sekinandin."

Bira Tûglûk, wê roja duşemê biçe girtîgehê cem xwişka xwe Tûglûkê û got: "Agahiyên hiqûqî ji parêzeran bên girtin dê rastir be. Daxwaza me tenê başbûna tenduristiya xwişka min e."