Ji Wezareta Edaletê ya Fransayê re nameyên komkujiyên Parisê hatin şandin
Jinên Kurd ên li Reimsê dijîn, ji Wezareta Edaletê ya Fransayê re name şandin û xwestin berpirsyarên komkujiyên Parisê bên eşkerekirin û darizandin.
Jinên Kurd ên li Reimsê dijîn, ji Wezareta Edaletê ya Fransayê re name şandin û xwestin berpirsyarên komkujiyên Parisê bên eşkerekirin û darizandin.
Komuna Jinan a Xwebûn a girêdayî Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F), ji Wezareta Edaletê ya Fransayê re name şandin. Jinan di nameyên xwe de xwestin faîlên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez yên 9’ê Çileya 2013’an, Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil 23’yê Kanûna 2022’an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin ji raya giştî re bên eşkerekirin û darizandin.
Di nameya ji Wezîrê Edaletê re hat şandin de, hat diyarkirin ku mirina faîlê Komkujiya Parîsê ya 1’emîn Omer Guney bi guman e û bi hinceta “sira dewletê” li ser dozê hat girtin. Di nameyê de bal kişandin bi ser Komkujiya Parisê ya 2’emîn jî wiha hate gotin: “Komkujiya 2’emîn jî bi hincetên ‘tendirustiya wî ne baş e û cînayeta nijadprestî’ komkujî nehat ronîkirin.”
Jinan di nameyê de diyar kir ku wê têkoşîna wan ya edaletê û berxwedana xwe mezin bikin.