JINNEWS: Meha Çileyê 32 jin hatin qetilkirin

Li gorî ajansa nûçeyan a jinê JINNEWS, meha Çileyê herî kêm 32 jin hatin qetilkirin, 31 jin jî bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî bîlançoya ji nûçeyên di çapemeniyê hatin weşandin, 32 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 31 jin jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.

Di raporê de hate ragihandin ku 4 zarok jî hatin qetilkirin, 11 zarok bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan, li 11 zarokan jî destdirêjî, destavêtin hate kirin.

Jin herî zêde li Stenbol û Enqereyê hatin kuştin. Di mijara mirina bi guman a jinan de jî Şirnex û Antalya di rêzên destpêkê de ne.

Li Tirkiyeyê her meh bi dehan jin têne qetilkirin. Kujer jî bi giranî ji çanda bêcezahiştinê sûdê werdigirin. Rayedar jî bi daxuyaniyên xwe tundiya li jinê teşwîq dikin, her wiha helwesta polîsan û dadgeriyê hêzê dide kiryarên tundiyê.

Li gorî Bîanetê jî sala 2021'ê 324, sala 2020'î 284 jin û sala 2019'an jî herî kêm 328 jin hatin qetilkirin.

Li gorî Rapora Daneyên Sala 2021'ê ya Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin', 280 jin hatin qetilkirin, 217 jin bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Li gorî raporê ji sedî 64 jinên hatin qetilkirin li malên xwe hatin kuştin.