ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
TJK-E'yê bang li her kesî kir ku beşdarî çalakiyên bi dirûşma 'Kujer Diyar e! Fransa Çima Bêdeng e?' bibin û got, "Em ê hesab ji kujeran bipirsin û bang li Fransayê bikin ku dest ji hevkariya sûc berde."
Ji DEM Partiyê Kamûran Tanhan diyar kir ku divê rewşa Rêber Apo tenê di çarçoveya 'mafê hêviyê' de neyê nirxandin û got, azadiya wî ya fîzîkî divê êdî ne tenê bê nîqaşkirin
Hevserokê CDK-F'ê Şahîn Polat ji bo hesabpirsîna ji komkujiyên Parîsê, parastina Rojava, xurtkirina destê Rêber Apo bang li her kesî kir ku bi xurtî tevlî çalakiyê bibin.
Rojnamevan Demhat Tolhildan anî ziman ku dewleta Tirk bi êrîşan plan dike ku tevahiya Sûriyeyê dagir bike.
Siyasetmedarên ku li ber êrîşên li ser Rojava rabûn gotin, "Em neçar in xwedî li van destketiyan derkevin" û banga yekîtiyê kirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din ên Kurdistanê wê bêne şermezarkirin.
Li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên nobedê yên li ser sînorê Qamişlo û Kobanê wê dewam bikin.