Bîrsen Qers a ku di komkujiya dewleta Tirk a di 19'ê Kanûna 2000'an de li dijî girtiyên ku li dijî pêkanînên tîpa F ên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn de bi giranî birîndar bibû, li bajarê Elmanya Stûttgartê ku bi salan ji ber penceşêrê derman didît, jiyana xwe ji dest da.
Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê (SKB) ji bo Bîrsen Qers peyama sersaxiyê weşand û got, "Di têkoşîna girtiyên siyasî yên şoreşger ên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê de yek ji rûyên bi berxwedêr e ku em nikarin ji bîr bikin."
SKB di peyama xwe de wiha got:
“Dema ku di sala 2000’an de girtiyên siyasî yên şoreşger bi zorê birin girtîgehên ku ji aliyê dîktatoriya faşîst ve li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine avakirin, girtî di rojiya mirinê de bûn. Ev operasyon operasyoneke qetlîamê ya bi navê “Vegera Jiyanê” bû. Armanca vê operasyona ku di 19'ê Kanûnê de destpê kir û di 22'ê Kanûnê de bi dawî bû, girtina girtiyên şoreşger ji aliyê bîrdozî, siyasî û fîzîkî ve bû. Di 19’ê Kanûnê de dîwar û banê zindanan şkestin û perçe bûn. Qadên girtiyên şoreşger hatin bombekirin, tije gaz kirin, cenazeyên girtiyan bi madeyên kîmyewî hatin şewitandin, bêhna wan çikiya, hemû tiştên zindî yên li qawîşan hatin şewitandin û rûxandin, bi dehan girtiyên siyasî û rêhevalên me hatin qetilkirin. Tevî van hovîtî, êşkence û qetlîamên dijmirovahî jî girtiyên şoreşger teslîmî faşîzmê nebûn. Barîkat danîn û di nava têkoşîneke dijwar de çûyîna girtîgehên bi tîpa hucreyan red kirin.
Bîrsen ku yek ji sembola herî berxwedêr a vê berxwedanê ye, yek ji jinên şoreşger ên li Girtîgeha Bayrampaşa ya Qersê ku dihat xwestin bê qetilkirin bû. Bîrsen a ku piştî operasyonê ji wesayîta sewqê ya girtiyan anîn xarê, ji rojnamevan, çapemenî û gelê me re wiha got; “Di şewatê de 6 kes bi saxî şewitîn.” Ne vegera jiyanê bû, rastiya komkujiya faşîzmê diqîriya.
Me dîmen û wêneyên wê rojê yên Bîrsen Qersê ji bîr nekir. Porê şewitî, rûyê heliyayî, dest, pişt û laşê Bîrsenê hê jî ji bîra me reş nebûne. Hêrsa me îro jî bi qasî duh mezin e.
Girtiyên şoreşger ên bi darê zorê û bi qetlîaman dixin girtîgehên Tîpa F, tevî şert û mercên hucreyê jî dizanin ku jiyan û têkoşîna şoreşgerî bixiluqînin. Banga girtiyên jin ên ji bo têkoşîn û berxwedanê ya îro li zindanan, nîşaneya vê ye.
Em rêhevala Bîrsen Qers a ku bi salan li bajarê Stûtgart ê Elmanyayê ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin û jiyana xwe ji dest da, bi hezkirin bibîr tînin. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranînên wê ditewînin û diyar dikin ku em ê bi îdealên wê yên jiyana bê çîn û mêtîngeriyê girêdayî bimînin û dibêjin Bîrsen Qers nemir e.”