Ez ber bi serdema serfiraziyê ve diçim

Ez ji nava zemanekî şerekî xedar derbas dibim. Di diyalektîka jiyanê ya çiyayan de ez vê têkiliyê ava dikim. Ez di vê têkiliyê de israra di şoreşê de dibînim. Ez ber bi serdema serfiraziyê ve diçim.

Ji bo bîranîna Zozan Cûdî (Ayşe Baykal)

Ez dibêjim niha dem hatiye mirov têkeve rê û ez dikevim rê. Ez li dîroka xwe dinihêrim û çavê min li nirxên min ên eslan dikeve. Li rêyên çiyayî yên Behra Reş dîrokeke bi vagon, pêşiyên me jî ji qirkirina Osmaniyan derbas bûne. Li aliyekî min bavekî koçberê Çerkez û li aliyê din dayikeke koçbereke Bûlgar. Li vî bajarê ku bîye kampa penaberan ez çavê xwe li dinyayê vedikim.

Ez ji bîr dikim ku ji ku hatime an jî gelo bi darê zorê dane jibîrkirin. Ez li tiştekî digerim ku wê rojên borî bîne bîra min. Melodiyek, wêneyekî ku çanda min girêk bi girêk hatiye hûnandin. Çavê min li dîwar dialiqin. Li ser dîwar di wan çarçoveyan de wêneyên ne aîdî dîroka me. Wêneyên kesên ku şûrê Osmaniyan di destê wan de ye, li dîwar hatine daliqandin. Ez di nava çar dîwaran de dimînim. Wêneyên Mûstafa Kemal ê ku min bi min dide jibîrkirin.

Pirsên min ketine serhildana ku wê dîwarê ez tê de me, hilweşîne. Ez di ciwaniya lêgerîna wateya serhildanê de rêya xwe didomînim. Dema ku lêgerînên min zêde dibin, ez xwe di nav sloganên şoreşger ên Mahîr Çayan de dibînim. Demeke dirêj ez jî van sloganan diqîrim.

DERGAHÊ KESÊN GIHIŞTINE HEQÎQETÊ

Demeke dirêj ez li pênaseya azadiyê digerim. Dema ku makîneyên zilmê nas dikim, rengê azadiyê zelaltir dibe. Gavên min lezgîntir dibin, ez rawestgeheke din derbas dikim û digihêjim çiyayên ku bêhna azadiyê jê tê. Ez digihêjim refan, dergahê kesên gihiştine heqîqetê. Çavê min bi ax, ba û ava wê dikeve. Bedewiya di nava min de bedewiya çiyayan li xwe dike. Wate wisa bedewtir dibe… Ev hemû reng di tehma xwe de, di gerdena çiyayê zelal de wisa hatine daliqandin. Çavê nava min bûye maşûqekî gihiştiye mizgîniya xwe.

BI ŞIKANDINA DÎWARÊN XWE

Ez li vir dîsa hîn dibim ku dîsa herfan bînim ba hev. Ez dikevim şerê ku tiştên hînî min hatine kirin, yeko yeko bişkînim. Ez dibim şerûd, ez bi şikandina dîwarên xwe li ber xwe didim.

Ez ji neynika çiyayan li xwe dinihêrim, di teyîsandina neynikê de. Ez hevokên Rêbertî dibînim, ber bi wî ve diçim. Dema ku ez rê dibînim, ez ji ya xwe derdikevim, pir dibim, civakî dibim. Wekî Kemal Pîr bi tiştên ne ji min in dibim yek. Di bedewiya armanca şerekî de rêhevalên xwe dibînim. Çi di tûrikê min de hebe, ez datînim, em par ve dikin, dema ku em par ve dikin ez careke din ji çiyayên zana hîn dibim, ez dibim şagirtê wê.

Kesên di dergaha PKK’ê de dest bi rê dikin, dibin kedkarên herî heqîqî yên şoreşê, çiyayên zana yên li vir, bedewiya mûhteşem a kedê nîşanî te dide. Tu ji kîjan çînê bî, tu xirqayê bedewiya kedê li xwe dikî. Wekî mozeke karker proleter çawa jiyanê ava dike ez hînî wê dibim, bi hilberandinê ez zêdebûnê hîn dibim.

EZ LI VIR GERDENIYA GUNEHAN DERDIXÎNIM

Di nav PKK’ê de dema ku mirov hîn dibe, dil, bîr û ruhê mirov zêde dibe, ev mezinbûn bi mirov re sînor namîne, her hînbûn berê te dide barkirina berpirsyariyên şoreşê. Bi barkirinê re, wê berpirsyariya bêtarîf a şoreşê ku dijwar e, li ser milê min û li ser nexşeya rû ya herî rastîn, rastî wê têm. Li hemberî min bi awayê xwe yê herî tund jiyanek heye û bi hemû cîddîyeta xwe bi min re dibişire.

Dema ku wate qalikê xwe diguherîne, ez jî diguherim, ez careke din li dîroka xwe dinihêrim. Wekî ku çavê min hatiye rijandin, ez qutiya mîrateya dîrokî ya hatiye korkirin vedikim. Ez ji xwe dipirsim, min li ku winda kir. Çi bû ev rastiya ku ez têk birim, cins û civaka min di nav tariyê de hişt? Çi bû vê hesta kêmbûnê xiste nav ruhê me, çi bû tişta ku ez ji jinan dûr xist an jî nêzik kir?

Ez wekî jinekê gerdeniya gunehan a ku xistine stûyê dîroka min derdixînim. Gerdenî di bin pêyê bîra min de dipelçiqe. Tiştên ku hînî min hatine kirin yeko yeko diavêjim erdê. Destê min bi ahenga jinan a bi xwezayê dibe. Dema ku destê min bi tetîkê dibe, destê min digihêje bayê mest ê xwezaya ji min e. Bi paşverûtiyên min avêtiye erdê, ez her roj dibim mizgîniya serfiraziyê, ez her roj dibînim ku av zelaltir dibe, ez di hembêza çiyayên zana de hemû paşverûtiyan azad dihêlim. Destê min dîsa bi avakirin, têkoşîn, şer û hebûnê dibe, bi hêza aqilê civakî.

Li van çiyayên azaana yên ku bi her awayê xwe bûye dergahê şer, di vê qada cengê de em yeko yeko bi dijmin re şer dikin. Her tevger an wê bi me bide qezenckirin an jî wê me têk bibe. Çi tişta ez li ser şer hîn dibim, li vir xuya dibe. Di namlûya çekê de ne bi tenê dijmin, hemû tiştên ez di hunera şer de hîn bûme, di kemînê de ye. Hemû kitekit li hemberî min e, wekî avê mirov xwe berde nav dijmin, berê xwe bide kozikê, li hemberî dijmin şerê ji nêz ve bike, di demên wisa de mirov her tiştê şer hîn dibe.

DIYALEKTÎKA ÇIYA Û ISRARA DI ŞOREŞÊ DE

Ez ji nava zemanekî şerekî xedar derbas dibim. Di diyalektîka jiyanê ya çiyayan de ez vê têkiliyê ava dikim. Ez di vê têkiliyê de israra di şoreşê de dibînim. Ez ber bi serdema serfiraziyê ve diçim. Dema ez li tiştên di destê xwe de dinihêrim, ez dibînim divê ez ya zêdetir deynim holê. Ez her tiştî datînim holê.  Ji bo ku ez serfiraziyê bi awayê herî baş û xweş pêşwazî bikim, dest bi rê dikim. Bi şer û lêdanê ez ber bi serfiraziyê dimeşim.

Zozan Cûdî di şoreşê de bû navê israrê, bi sebrê di sewdaya şoreşê de zêde bû, bi hilberînê zêde bû û kete sînga çiyayên zana ya ku ji qehremana re hembêza xwe vekiribû û demên têkoşîna tijî hêvî ji yên piştî xwe re hişt.