'Mafê hêviyê' divê êdî ne tenê bê nîqaşkirin, her wiha bi cih bê anîn

Ji DEM Partiyê Kamûran Tanhan diyar kir ku divê rewşa Rêber Apo tenê di çarçoveya 'mafê hêviyê' de neyê nirxandin û got, azadiya wî ya fîzîkî divê êdî ne tenê bê nîqaşkirin.

AZADIYA RÊBER APO

Parlamenterê Mêrdînê yê DEM Partiyê Kamûran Tanhan destnîşan kir ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, şert û merc jê re bêne afirandin ku karibe têkiliyê bi derdorên siyasî û civakî re dîne û got, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û aramiya herêmî divê ev gav bêyî dereng bikeve bê avêtin.

Ji wekîlên hiqûqnas ên DEM Partiyê Tanhan ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku Rêber Apo di hevdîtinên aştiyê de aktorê bingehîn e; ji bo hevdîtin bi rengekî erênî bi encam bibe azadiya wî ya fîzîkî divê êdî ne tenê bê nîqaşkirin. Tanhan bi bîr xist ku li tevahiya cîhanê bi danûstandinan dawî li şer hatiye anîn, aştî hatiye pêkanîn û got, "Gelekî girîng e ku şert û mercên azad ên lîderan bêne afirandin. Rola ku Birêz Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bilîze, ne cihê nîqaşê ye. Birêz Ocalan li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê hiştin. Ev mesele li pêşiya destpêkirina pêvajoyekê astengiya herî mezin e."

'MAFÊ HÊVIYÊ' Û BIRYARÊN NAVNETEWEYÎ

Tanhan destnîşan kir ku rewşa Rêber Apo divê tenê di çarçoveya 'mafê hêviyê' de neyê nîqaşkirin û got, "Di çarçoveya peymanên navneteweyî de Tirkiye neçar e ku vî mafê nas bike. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2015'an de têkildarî Birêz Ocalan biryar wergirt. Her wiha biryarên DMME'yê yên têkildarî Hayatî Kaytan û Civan Boltan hene. Ev yek işaretê bi wê pêwîstiyê dike ku divê guhertinên qanûnî di çarçoveya 'mafê hêviyê' de bê kirin. Her wiha di nava sala 2024'an de di encama serlêdana li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê hate kirin de têkildarî 'mafê hêviyê' salek dem ji Tirkiyeyê re hate dayin. Bêguman ev pêvajo eger tenê bi 'mafê hêviyê' ve bê girêdan wê bibe rewşeke şaş û ne di cih de. Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de aktorê bingehîn e û rola wî divê di çarçoveyeke hîn berfireh de bê nirxandin. Ji bo serketina pêvajoyê divê karibe bi rojnamevan, muxalefet, desthilat û beşên din ên civakê re têkiliyê dîne û şert û mercên vê yekê bêne afirandin. Ev danûstandin wê bandoreke erênî li pêvajoya ji bo aştî û çareseriyê bike."

GUHERTINA QANÛNÎ JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ

Tanhan destnîşan kir ku di nava şert û mercên heyî de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê êdî ne tenê bê nîqaşkirin, ji bo pêkanîna vê yekê divê guhertinên qanûnî bêne kirin û got, "AKP ne di nav de 10 partiyên siyasî yên cuda yên ku koma wan li Meclîsê heye, têkildarî sererastkirina qanûnî ya li ser qeyûman me pêşniyar kir û tê zanîn di mijarên bi heman rengî de lihevkirinek pêk hatiye. Ev yek jî nîşan dide ku di mijara 'mafê hêviyê' yan jî azadiya fîzîkî de sererastkirinek dikare bê kirin, lê belê tê dîtin, desthilatdarî di vê mijarê de bê biryar e. Halbûkî guhertin û sererastkirin divê teqez bê kirin."