Ji bo Tugluk daxwazname şandin ji 6 saziyan re

Jinan ji bo girtiya bi nexweşiya giran Aysel Tugluk a rehîn were berdan daxwazname ji 6 saziyan re şandin.


Jinên ku ji bo siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk a rehîn û bi nexweşiya giran ku li Girtîgeha Girtî ya Nimro 1 a Kandirayê, Tîpa F'yê ye, kampanyaya ''Ji bo Aysel Tugluk 1000 jin'' dane destpêkirin, li ber avahiya Navenda PTT'ê ya li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê hatin cem hev.

Jinan beriya ku daxwaznameyên bişînin ji Wezareta Dadê, Wezareta Tendiristiyê, Saziya Tiba Edlî, Seroktiya Meclîsê, Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TBB) li ber postayê daxuyanî dan.

Nûnerên gelek rêxistinên jinan li çalakiyê hazir bûn. Polîsên Tirk bi wesayitên zirxî dora jinan girtin. Jinan pankata bi nivîsa ''Ji b Aysel Tugluk 1000 Jin'' vekirin, ku li ser pankartê navê wan kesan hebû ku îmzeya we dane kampanyayê.

Ji Jin Pevre Xurt in Ferîde Eralp destnîşan kir li gel rapora ku dibêje, ''Aysel Tugluk nikare li girtîgehê bimîne'' jî nayê bedan û got, ''Ji bo Aysel Tugluk û girtiyên nexweş em deng derdixin.''

Jinan piştre bi hevre gotin, ''Aysel Tugluk ne tenê ye'', ''Ji bo Aysel Tugluk dad, azadî,''Ji girtiyên nexweş re azadî'', ''Jin jiyan azadî''. Bi hinceta van dirûşmeyan polîsên Tirk hewl dan ku nehêlin jin daxuyaniyê bidin.

Piştre Seroka Komeleya 'Kadin Zamani' (Dema Jinê ye) Dîlek Başalan deqa daxuyaniya hevpar xwend. Başalan diyar kir ji 54 welatan jin destekê didin kampanyayê, bang li rayedarên berpirs kir ku guh bidin rapora ku dibêje Tugluk nikare li girtîgehê bimîne, li gorî hiqûq û mafê mirovan biryar were standin, Tugluk demildest were berdan û tedawîkirin.

Piştî daxuyaniyê jinan bi çepik û kililiyan gotin ,''Bijî hevgirtina jinan'' û ji bo ku daxwaznameyan bişînni ji saziyên têkildar re çûne PTT'ê.