KJK'ê bang kir: Ji 15'ê Sibatê heta Nîsanê em bênavber çalakiyan bikin
Koordînasyona KJK'ê bang li gelê Kurd û dostan kir ku ji 15'ê Sibatê heta 8'ê Adarê, Newrozê û 4'ê Nîsanê bi biryardariya çalakiyan a bênavber têkoşînê li qadan mezin bikin.
Koordînasyona KJK'ê bang li gelê Kurd û dostan kir ku ji 15'ê Sibatê heta 8'ê Adarê, Newrozê û 4'ê Nîsanê bi biryardariya çalakiyan a bênavber têkoşînê li qadan mezin bikin.
Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera 23'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:
"Em dikevin sala 24'an ku hêzên hegemonîk û hevkarên wan bi komploya navneteweyî Rêberê me dîl girt. Em çavkaniya xwe ya jiyana azad Rêber Apo û berxwedana wî ya bi heybet ku bi navê tevahiya mirovahiyê nîşan dide bi hurmet, hezkirin û dilsoziyeke bêdawî silav dikin. Şehîdên xwe yên ku li dijî komployê bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li dora Rêber Apo bûn xelekek ji agir bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.
Her wiha îro salvegera êrişên li ser Garê ye ku bi operasyoneke taybet xwestin komployê nû bikin û gerîla îmha bikin. Berxwedana Garê ku ji bo faşîzma AKP-MHP'ê bû berdêleke giran, bi fermandariya Şoreş Beytuşşebap dijmin têk bir. Bi vê wesîleyê hevrê Şoreş Beytuşşebap û şehîdên berxwedana Garê careke din bi rêzdarî bi bîr tînin. Em biryardariya xwe ya ji bo mezinkirina têkoşînê û hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê nîşan didin. Hêzên ku komplo kirin hemûyan bi hêrseke mezin şermezar dikin.
Hêzên ku bi komploya 15'ê Sibatê xwestin Rêber Apo bêbandor bikin û tevgerê biqedînin, bi helwest û berxwedana Rêberê me, şehîdên me yên mezin, gelê me û tevgera me, bi biryardarî, berdêlên giran û hewldanên mezin hatin pûçkirin. Lê belê zîhniyeta komplo û tasfiyekar a li dijî tevgera me ti carsî kêm nebû û dewam kir.
Di serî de li dijî kadroyên me yên pêşeng û gerîla, qaşo li dijî tevgera me bi zîhniyet û komployên 'qedandinê' dewam kir, lê belê negihîşt armanca xwe.
Em bi desthilatdariyeke faşîst re rû bi rû ne ku bi qasî êrişî gelê me yê welatparêz bike çavsor bûye. Ji xelkê me yê Êzidî yê li Şengalê ku herî zêde mexdûrê barbariya DAÎŞ'ê ye, heta bi kampa penaberan a Mexmûrê, her wiha li dijî xelkê me yê Rojava ku li dijî DAÎŞ'ê têkoşiya, li ber xwe da û jiyaneke azad û bi rûmet heq kiriye, li pêşiya çavên cîhanê êrişan dike. Ev êriş nîşan dide bê zîhniyeta vê komployê gihîştiye kîjan astê. Li dijî vê zîhniyetê ku bi çavtirsandin û tepisandina gelê me dixwaze ji tevgera azadiyê dûr bixîne, gelê me bi sekn û berxwedana xwe ya bi rûmet, bersiva pêwîst daye dijminên gelê Kurd û hîn jî bersivê dide. Hêzên navneteweyî ku lingê navneteweyî yê komploya 19'ê Sibata 1999'an e, îro jî li hemberî van êrişên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê yên li dijî gelê me bêdeng dimînin û bi pejraindina taktîkên nû û êrişan dixwazin komplo bi ser bikeve. Em careke din êrişên faşîzma AKP-MHP'ê ya li ser xelkê me yê li Mexmûr, Şengal û Rojava û hêzên navneteweyî yên ku van êrişan dipejirînin şermezar dikin.
Em baş zanin ku dîlgirtina fîzîkî ya Rêber Apo êrişek ji bo tunekirina û tasfiyekirinê ya siyaset û zîhniyeta qirker e ku li ser bingeha dewamkirina komploya navneteweyî tê kirin.
Lewma heta ku ev êriş neyên şikandin û zîhniyet û siyaseta dibe sedem neyê têkbirin, şensê jiyana azad û hebûnê ya Kurdîtiyê nîne. Tecrîd û dîlgirtina Rêberê me tê wateya dewamkirina êrişên qirkirinê yên li ser Kurdan. Ji ber vê yekê ti têkoşîn, gotin û îdîaya ku berê xwe nade azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nikare bi Kurdan bide qezençkirin. Ji ber vê yekê di serî de jin, weke gel divê em azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de bibînin û haya me ji vê rastiyê hebe.
Ji bo jinan wateya komploya navneteweyî hîn kûrtir e. Rêber Apo azadiya jinê kir navenda azadiya civakî û bi vî rengî têkoşîn bi pêş ve bir. Rêberê me ji zanekirina jinê heta bi rêxistinkirina xweser û xweparastinê, bi rastiya jinê ya rêxistinbûyî û xwedî îrade gihand asta hesabpirsîna ji mêrê serdest. Têkoşîna azadiya jinê ku jin ji aliyê dîrokî ve ya destpêkê hatiye mêtingehkirin, ji aliyê stratejîk ve nirxandineke bi vî rengî, potansiyela azadiyê ya awarte di nava şoreşa Kurdistanê de afirandiye. Lewma Rêberê me hiyerarşî û têkiliya serdestiyê ya bi zîhniyeta zayendîperest a sîstema serwer, bi meşandina têkoşîna azadiya jinê ya rojane û kêlî bi kêlî tune kir. Bi gotineke din, pûtên mêr ê serwer ê pênc hezar salî hilweşand.
Rêberê me Abdullah Ocalan li gel eşkerekirina rastiya jinê ya ku bi komployan, derew, zordarî ya sîstema mêr a serdest di nava sîstema mêr a serdest de hişt, her wiha ji bo jinan û civakê alternaatîfa jiyana azad afirand. Ji aliyê dîroka azadiya jinên cîhanê ve tevkariyên têkoşîna azadiya jinê ya Rêberê me her roj bêhtir tê fêhmkirin, lewma dilsozî, hezkirin û hurmeta jinên cîhanê bi Rêbertî re roj bi roj bêhtir zêde dibe. Rêber Apo hevrêyê rasteqîn ê jinan e. Şoreşa jinê ya li Rojava ku ji bo tevahiya cîhanê bû mînak û çavkaniya sûdwergirtinê, yek ji berhemên balkêş ên Rêberê me ye.
Paradîgmaya Azadiyê ya Rêberê me û bicihhatina vê paradîgmayê bi têkoşîna me di serî de ji bo jinan, ji bo gelan û mirovahiya di lêgerîna azadiyê de ye bûye hêviyeke mezin. Li cîhanê jî di afirandina ruhê azadiyê, avakirina yekîtiya gelan û jinûve şînbûna sosyalîzmê weke hêza hêvî û çareseriyê, paradîgmaya azadiyê ya rêberê me bi roleke diyarker rabûye. Ne tenê pêşî li kolekirina jin û civakan girtiye, ne tenê li pêşiya pêkhatina armancên sîstema bi serweriya mêr bûye asteng, di heman demê de li cîhanê çarçove û naveroka têkoşînên azadiyê berfireh kiriye.
Em di pêvajoyeke dîrokî de ne ku xuya dike sîstema bi serweriya mêr ji bo mirovahiyê xeteriyeke cidî ye, ji bo sîstema serweriya kapîtalîst alarma 'nayê jiyîn' dide. Di pêvajoyeke wiha de hewl tê dayin ku paradîgmaya Rêberê me ku ji bo jinan û tevahiya gelan û mirovahiyê bû hêvî, hewldan û projeyên wî yên ji bo jiyana azad a gelan, di nava sîstema Îmraliyê de bê fetisandin. Di şexsê Rêber Apo de li dijî hêviyên jinan, gelan û mirovahiyê komplo hate kirin. Hîn jî tê xwestin ku komplo bi serkêşiya dewleta Tirk a faşîst qirker bê dewamkirin. Bi dirûşma 'Azadiya Rêberê me azadiya jinan e' em ê li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê, li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî gelê me tên meşandin, li dijî kuştina jinan em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê karên xwe yên ji bo azadiya Rêberê xwe, jinan, gelê xwe û gelan bi ruhê azadiyê mezin bikin.
Rêber Apo bi paradîgmaya xwe û pratîkkirina fikrên xwe re, bi fikir û berhemên xwe Rêbertiyeke ku xwe zêde kiriye. Îro ne tenê li nava gelê Kurd her wiha li nava jinan û hemû gelên ji bo azadiyê di nava lêgerînan de ne bûye hêvî û çavkaniya sûdwergirtinê, bûye Rêberekî cîhanî. Lewma polîtîkayên tecrîd û bêbandorkirinê yên li hemberî Rêberê me pûç bûne. Lê belê dîlgirtina Rêberekî ku bûye rêberê mirovahiyê eşkere ye ku ji aliyê gelê Kurd, jinan û bindestan ve nayê qebûlkirin. Lewma kampanyayên azadiyê yên di asta parzemîn û herêman de têne meşandin, têkoşîna tê meşandin gelekî bi wate û girîng e. Xwedîderketina jinan, dostan, hêzên şoreşger-demokrat û pêşverû li Rêbertî em ne tenê weke piştevaniyeke enternasyonalîst dinirxînin. Em weke têkoşîna hevrêyên xwe dibînin ku di paradîgmaya azadiyê ya Rêbertî de paşeroja xwe dibînin. Bi vê wesîleyê em dost, hevrêyên enternasyonalîst û jinên ku ji bo azadiya Rêber Apo dixebitin û têdikoşin silav dikin; diyar dikin ku ji têkoşîna wan em hêzeke mezin werdigirin.
Di van rojên destpêkirina sala 24'an a komploya 15'ê Sibatê de li dijî komployê, ji bo azadiya Rêber Apo li gelek deveran çalakiyan destpê kirin û dewam dikin. Em gelê xwe û dostên xwe yên ku tevlî van çalakiyan dibin hemûyan silav dikin. Bi taybetî hevrêyên enternasyonal ên li meşa dirêj ku di roja pêncemîn de ne, bi her zimanî daxwaza azadiya Rêber Apo dikin. Li dijî lingê navneteweyî yê komployê, li her qada navneteweyî jin, rewşenbîr û demokratên pêşverû û dijberên sîstemê bi gelê Kurd re tevdigerin. Cihgirtina wan li gel têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd gelekî bi wate ye, hêzê dide têkoşîna me. Li ser vê bingehê em hevrêyên enteransyonal û ciwanên xwe yên leheng ku milîtanên fedaî yên Rêbertî ne, bi germahiya ruhê berxwedanê meşa wan a dirêj silav dikin.
Her wiha li Ewropayê di serî de jin, gelê me û dostên me ji bo azadiya Rêberê me tevahiya salê têkoşiyan. Em di wê baweriyê de ne ku ev çalakî wê bi 15'ê Sibatê re bigihêjin asta herî bilind. Ji bo teşhîrkirina lingê navneteweyî yê komployê û piştgiriya ku hîn jî dewam dike, ji bo zêdekirina zextê ev helwesta gelê me û dostên me yên li Ewropayê ya li dijî komployê girîng e.
Şoreşa Rojava ku xwe ji çavkaniya Rêbertî xwedî kir û kete pratîkê, weke qadeke ku Rêberê me dixe meriyetê her tim bû xwedî sekneke têkoşînê ya ku Rêberê me ji xwe re dike esas. Li dijî êrişên li ser destketiyên Şoreşa Rojava û li hemberî rastiya dagirkeriyê gelê me wê di 15'ê Sibatê de bersiva pêwîst bide.
Zîhniyeta faşîst a ku dixwaze tişta DAÎŞ'ê nekarî li hemberî xelkê me yê Êzidî yê li Şengalê pêk bîne bibe serî, li dijî xelkê me yê Êzidî bi dijminatiyeke taybet û êrişan radibe. Xelkê me yê Êzidî wê bi xurtirina xwerêvberî, xweparastin û îradeya xweser ji her demê bêhtir xwe li ser bingeha paradîgmaya azadiyê ya Rêbertî bi rêxistin bike û bersiva pêwîst bide dijminan.
Xelkê me yê Mexmûrê li gel zor û zehmetiyên koçberiyê yên 32 salan, tevî berdêlên giran ên ku dane li gel Rêberê me û têkoşîna me her tim cih girt. Êrişên giran ên faşîzma dewleta Tirk ên li ser xelkê me yê kampê wê nikaribe gelê me teslîm bigire. Gelê me bi sekna xwe ya berxwedêr, bi biryardariya li jiyana azad bersiva pêwîst dide êrişan. Her wiha helwesta li dijî dijmin wê di vê 15'ê Sibatê de jî mîna her carê nîşan bide.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li gel êrişên giran û zextên faşîzmê, faşîzma AKP-MHP li ber qedandinê ye. Bi pêşengiya jinan, bi têkoşîna hevpar a gelên me zemînê hilweşandina faşîzmê ji her demê bêhtir bûye. Divê 15'ê Sibatê bibe destpêkirina têkbirina faşîzmê.
Her wiha li çar parçeyên Kurdistanê jin, ciwan tevahiya gelê me azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dîtin û 23 sal in li dijî komployê ji bo azadiya Rêberê me têdikoşin. 15'ê Sibatê ku ji bo me 'roja reş e' divê li dijî qirkeran, li dijî dijminên jinan, kedkar û gelan, li dijî faşîzmê em bikin roja reş. Di sala 24'an de li ser bingeha azadiya Rêbertî em têkoşînê mezin bikin û komployê bi temamî pûç bikin. Pêngava dema azadiyê ya jinan û gelan wê faşîzmê hilweşîne.
Em bang li jinan, ciwanan, tevahiya gelê xwe û dostan dikin ku ji 15'ê Sibatê heta 8'ê Adarê, Newrozê û 4'ê Nîsanê bi biryardariya çalakiyan a bênavber, li qadan têkoşînê bilind bikin. Her wiha em bang li hêzên xwedî biryardariya hilweşandina faşîzmê ne, hêzên alîgirê demokrasî, aştî û azadiyê ne dikin ku eniya berfireh a li dijî faşîzmê xurt bikin, mezin bikin. Em dibêjin dem ew de dem e ku faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin ku rûyê herî faşîzan ê sîstema bi serweriya mêr e, ku bûye belayê serê Kurdan, jinan, gelan û gelên herêmê. Dem dema azadiya jinan û civakê ye. Li ser vê bingehê wê faşîzm têk biçe, jin û gel bi ser bikevin."