Li Seqizê çalakvana jin a Kurd hat destgîrkirin
Di çarçoveya pêla girtin û desgîrkirina çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê yên ji aliyê rejîma Îranê duh li bajarê Seqizê çalakvaneka jin hat destgîrkirin.
Di çarçoveya pêla girtin û desgîrkirina çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê yên ji aliyê rejîma Îranê duh li bajarê Seqizê çalakvaneka jin hat destgîrkirin.
Hate zanîn ku duh hêzên rejîma Îranê çalakvana civaka sivîl a Seqizî ya bi navê Zemane Zêywiye destgîr kirine.
Çalakvana jin a Kurd ku 29 salî û dayika zarokekê ye û beşa huqûqê ya zanîngeha Peyamnûr a bajarê Seqizê xwendiye, beriya niha jî hatibû destgîrkirin û cezayê qamçî û pere lê hatibû birîn.
Têkildarê sedemê destgîrkirina çalakvana jin û cihê ku ew birinî ti agahî li ber dest nînin.