Dayikên Plaza de Mayo peyama piştevaniyê dane gelê Kurd

Dayikên Plaza de Mayo êrîşên dewletên Tirk şermezar kirin û gotin ji bo ku deng û çalakiyên ku qirkirinê şermezar bikin zêdetir bibe ew ê hewl bidin.

Endamên damezirandêr ên Dayikên Plaza de Mayo, Norîta Cortînas û Mîrtas Baravalle êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistnaê şermezar kirin.

Dayikan gotin êrîşên li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê nayên qebûlkirin, êrîş rûyê faşîst ê dewleta Tirk nîşan didin.

Dayikên Plaza de Mayo dubare gotin bombekirina bi dehan jîgehên sivîl ên bi hevdemî nayê qebûlkirin û ew ê li cem têkoşîna rewa ya Kurdan bin.

Dayikan diyar kirin ji bo ku deng û çalakiyên ku qirkirina dewleta Tirk a li ser Kurdsitanê bi rengekî sîstematîk rê ve dibe zêdetir bibe ew ê hewl bidin û gotin, ''Em jinên wêrek ên li Kurdistanê hembêz dikin. Bes e ji faşîzmê re!''