JIN
Hemû Nûçe
-
Jin li Frankfûrtê hatin ba hev
Jinên di Mihrîcana 16’emîn a Jinan a Zîlanê de hatin ba hev, diyar kirin ku ew ê piştgiriya berxwedana bi rûmet a Gerîlayên Kurdistanê bikin. Endama TJK-E’yê Tûba Hezer got: “Em ê faşîzmê bi destê jinan bidarizînin.” -
Gerîla Kuwêstan: Li hemberî dagirkeriyê pêwîst e gelê Başûr qiyametê rake
Gerîlaya YJA-Starê Kuwêstan Kurdistan bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê û bang li jin û ciwanan bi taybetî yên Başûrê Kurdistanê kir û got, “Tevlê vê Cenga Azadiyê bibin.” -
Yilmaz: Êrîş li hemberî îradeya gelê Kurd bû
Hevberdeka HDK’e ya Enqereyê Dîlek Yilmaz diyar kir qetilkirina Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê tê wateya êrîşa li ser îradeya gelê Kurd. -
Li Giyadînê mirina bi guman
Li navçeya Giyadînê xwendekara dibistana amadeyî Fûlya Çetîn bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. -
Li Nîjeryayê 35 jinên hatibûn revandin hatin dîtin
Hat ragihandin ku 35 jinên ku li eyaleta Anambra ya li başûrrojhilatê Nîjeryayê hatibûn revandin, ji avahiya ku jê re digotin "fabrîqeya zarokan" hatin dîtin. -
Denîz Poyraz li Îzmîrê hate bîranîn
Endama HDP'ê Denîz Poyraz li Îzmîrê di salvegera yekemîn a qetilkirina wê de ji aliyê gelek tevgerên jinan ve hate bîranîn. -
Jinên cîhanî li Barcelonayê silav dan berxwedana jinên Kurd
Li Barcelonayê koma xweser ya transfemînîsta Azadî-Jin konferansa xwe ya 3’yemîn pêk anîn. Di konferansê de berxwedana jinên kurd ên li dijî zext û êrîşên dewleta Tirk hat silav kirin. -
PAJK: Qîrîna Sema di berxwedana jinên Zîlanî de olan dide
Koordînasyona PAJK’ê di salvegera şehadeta wê ya 24’emîn de di şexsê Sema Yuce de şehîdên meha Hezîranê bi bîr anî û got “Berxwedana ji agir a Semayan, ji bo milîtanên azadiyê yê jinan dibe tarza jiyanê, çanda berxwedanê û sonda azadiyê.” -
Li Marsîlyayê çalakiya ji bo piştgiriya bi jinên girtî re
Jinên ku li Komeleya Mafên Mirovan li hev civiyan, ji bo piştgiriyê bidin jinên li girtîgehên Tirkiyeyê girtî ne, çalakiyek lidar xistin. -
HDP: Soylû nikare qala Hevseroka me ya giştî bike!
Meclîsa Jinan a HDP’ê nerazîbûn nîşanî gotinên Suleyman Soylû yê derbarê Pervîn Bûldan da û got “Em gotinên şexsiyetekî destên wî li her sûcî geriyaye rewa nabînin. Ev kes wekî Wezîrê Karê Sûc dixebite.” -
Amadekariyên Festîvala Jinan a Zîlan qediyan
YJK-E'yê ragihand ku ji bo 16'emîn Festîvala Jinê ya Zîlan hemû amadekarî temam bûne û bang li jinan kir ku tevlî bibin. -
'Biryar çi be jî em dev jê bernadin'
Jinên ku piştî doza betalkirina Peymana Stenbolê ya li Şûraya Dewletê daxuyanî dan gotin: "Biryar çi dibe bila bibe em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin." -
Jin ji bo Peymana Stenbolê li ber Şûrayê dewletê ne
Bi sedan jin beriya danişînê ji bo betalkirina biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê li ber Şûraya Dewletê li hev civiyan. -
Jinên Tîrêjên Rojê hin çalakî li dar xist
Jinên Tîrêjên Rojê li hemberî îxanetkar û tiryakfiroşan çalakî li dar xist. -
Buşra Elî: Jinên Rojhilata Navîn wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têbikoşin
Seroka Komaleya Jîn Buşra Elî diyar kir ku jinên Ereb bi doza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hesiyan e ku dozeke mirovî ye û got, pêwîste bi awayekî lezgîn ji bo azadiya wî kar bê kirin. -
TekoJIN kongreya xwe ya 2'emîn li dar xist
TekoJIN‘ê bi şiara ‘’Wêrekiya dîtina xewnan, wêrîna ji bo azadiyê ye’’ kongreya xwe ya 2’emîn li dar xist. -
Bernameya danasîna pirtûkan a Ûtamarayê
Navenda Hevdîtina Jinan Ûtamara, çapa çaremîn a pirtûka ‘’Her Kadının Bir Hikayesi Var’’ bi bernameyekê da naskirin. -
TJA’yê komxebata ‘Jin û girtîgeh’ li dar xist -HATE NÛKIRIN
Bi pêşengiya TJA’yê komxebata bi navê ‘Jin û girtîgeh’ê dest pê kir -
Bûse Uçer: Jin wê bi berxwedanê re bibin yek
Endama Tora Parastina Jinê Bûse Uçer destnîşankir ku ji ber ku desthiladariya Erdogan diheje yekser êrîşî hemanên herî berxwedêr dike û wiha got, “Wê cardin jin ji bo berxwedanê bibin yek.” -
Di saziyên îdarî yên Ewropa de, kotaya jin hat diyarkirin
Aliyên gotûbêjker ên Yekîtiya Ewropayê, cara yekemîn li ser kotaya jinan a di desteyên rêveber ên şîrketan de ya heya nîva sala 2026’an li hev kir. -
PAJK’ê peyameke pîrozbahiyê ji YJA Starê re şand
PAJK’ê diyar kir ku tevlêbûna gerîlayên jin di her çeper û her bihosta axa Kurdistanê de di asta pêşengtiyê de ye û gerîlayên YJA Starê yên ku li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk berxwedaneke dîrokî nîşan didin, pîroz kir. -
Jinnews wê ji nûçegihaniyê tawîzê nede
Nûçegihanên JINNEWS'ê ku pêr polîsan avêtin ser navenda wan û midûr û edîtorên wan destgîr kirin, diyar kirin ku wê ji nûçegihaniyê tawîzê nedin û pênûsa jinan danexînin. -
Ji Reqayê ji bo jinên Efganistanê piştevanî
Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, bi armanca piştevaniya bi berxwedana jinên Efganistanê li Reqayê çalakiyek li dar xist. -
SKB Ewropa: Em ê rê nedin mêtingeriya Tirk
SKB Ewropa nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê da û got, "Em rê nedin ku mêtingeriya Tirk, DYE û NATO li Kurdistanê serketî be." -
Doza Peymana Stenbolê: Em ji bo rûmetê têdikoşin
Jinên piştî rûniştina biryara vekişînê ji Peymana Stenbolê daxuyanî dan wiha gotin: “Ên peyman îmze kirine jin in. Ên li ser biryarê bidin jî jin in. Li vî welatê mafê jiyanê hatiye hilanîn wê peyman berdewam bibe.“