HDP: Soylû nikare qala Hevseroka me ya giştî bike!

Meclîsa Jinan a HDP’ê nerazîbûn nîşanî gotinên Suleyman Soylû yê derbarê Pervîn Bûldan da û got “Em gotinên şexsiyetekî destên wî li her sûcî geriyaye rewa nabînin. Ev kes wekî Wezîrê Karê Sûc dixebite.”

Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû di bernameyeke televizyonê de Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervin Buldan kiribû hedef. Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê mijarê de daxuyanî weşand. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin Suleyman Soylû HDP û Hevserokên DBP'ê kirine hedef û hat gotin:"Suleyman Soylû Hevseroka HDP'ê Pervin Buldan kir hedef û yekî ku xwe wekî karê televizyonê dike dibîne vê yekê pesend dike. Di heman demê de jî Saliha Aydeniz kiriye hedef û piştre jî Serokomar talîmat da darazê û gef lê da xwarin. Em van êrişên di heman demê de wekî êrişên li dijî hemû jinan qebûl dikin.” 

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku paldanka Suleyman Soylû diheje loma jî dixwaze hedefê şaş bike û wiha hat gotin:"Lê ev ev hewldana nafîle ye. Em gotinên şexsiyetekî destên wî li her sûcî geriyaye rewa nabînin. Ev kes wekî Wezîrê Karê Sûc dixebite. Em ê wekî jin li meclîs, kuçe, mal li cihê kar hesab ji kesên jinan dikin hedef pirs bikin. Dawiya rê xwiya kir, hûn ê herin."