Li Marsîlyayê çalakiya ji bo piştgiriya bi jinên girtî re
Jinên ku li Komeleya Mafên Mirovan li hev civiyan, ji bo piştgiriyê bidin jinên li girtîgehên Tirkiyeyê girtî ne, çalakiyek lidar xistin.
Jinên ku li Komeleya Mafên Mirovan li hev civiyan, ji bo piştgiriyê bidin jinên li girtîgehên Tirkiyeyê girtî ne, çalakiyek lidar xistin.
Li bajarê Marsîlya y ê Fransayê, endamên Kolektîfa Piştevaniya bi Kurdistanê re û Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan li Komeleya Mafên Mirovan li hev civiyan û ji bo siyasetmedar, hunermend û rojnamevanên jin ên li girtîgehên Tirkiyeyê girtî ne, pêşangeheke piştevaniyê lidar xistin.
Jinan ji Gulten Kişanak, Sebahat Tûncel û hunermend Nûdem Dûrak re her wiha ji gelek jinan re name nivîsîn.