Li Nîjeryayê 35 jinên hatibûn revandin hatin dîtin

Hat ragihandin ku 35 jinên ku li eyaleta Anambra ya li başûrrojhilatê Nîjeryayê hatibûn revandin, ji avahiya ku jê re digotin "fabrîqeya zarokan" hatin dîtin.

Berdevkê Polîsê Anambra Tochukwu Ikenga di daxuyaniyekê de ragihand ku polîsan li herêma Nkpor a parêzgehê piştî îstixbarat ku ji niştecihan girtin serdegirtinek pêk anîn.

Îkenga diyar kir ku di serdegirtinê de 4 jê ducanî 35 jin hatin rizgarkirin.

Îkenga ragihand ku di serdegirtinê de 3 kes hatin destgîrkirin û diyar kir ku di serdegirtinê de pere, çek û cebilxane jî hatine desteserkirin.

Li başûrê Nîjeryayê dem bi dem jin ji bo di ‘fabrîkaya zarokan’ de bidin xebitandin tên revandin. Herî dawî par 24 jinên ducanî û 11 zarok li eyaleta Cross River di operasyoneke ku li girtiyekî hat lidarxistin de hatibûn rizgarkirin.

Pitikên ku ji jinên hatine revandin çêbûne, bi qaçaxî tên firotin.