Buşra Elî: Jinên Rojhilata Navîn wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têbikoşin

Seroka Komaleya Jîn Buşra Elî diyar kir ku jinên Ereb bi doza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hesiyan e ku dozeke mirovî ye û got, pêwîste bi awayekî lezgîn ji bo azadiya wî kar bê kirin.

Tecrîd û binpêkirinên ku di derheqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji aliyê dewleta Tirk a faşîst li Îmraliyê tê ferzkirin, her ku diçe zêdetir dibe. Her wiha ev demeke dirêrje ku tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin, hemû serlêdanên parêzerên wî tên astengkirin. Ji ber wê di destpêka meha Hezîranê ji aliyê jinên ku ji 8 welatên Erebî, Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê ve Însiyatîfa bi navê NÛN ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate îlankirin.

‘ME ÎNSIYATÎFA NÛN JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN RAGIHAND’

Seroka komaleya Jîn Buşra Elî û yek ji jinên ku cihê xwe di Însiyatîfa NÛN ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digire anî ziman, jinên ku di nava Însiyatîfa NÛN de cih digirin ji 8 welatên Rojhilata Navîn in û got, “Ev demeke dirêj e, peywendiya me bi jinên ku di nava Însiyatîfa NÛN de cih digirin re heye. Her wiha piraniya wan jinan di însiyatîfên din  de jî cih digirin. Bi demê re bi rêya gelek panel û civînan me dît ku nêrînên me hinekî nêzîkî hev in, bi tayebt di derbarê azadiya jinê de. Ji ber wê piştî demekê nîqaş û gotûbêjan me dît ku di nava jinên Ereb ên ku di nava însiyatîfê de cih giritine nêrîneke wan li ser Rêber Apo pêş ket. Ji ber wê di salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo de hemû jinên ku niha di nava însiyatîfê de cih digirin bi hemû rêbazan di nava çalakiyên protestokirina dagirkeriyê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo cih girtin. Ji ber wê ev gavên jinên Ereb bala me kişand. Nîqaşên me bi jinên Ereb re li ser destgîrkirina Rêber Apo çêbû. Li ser vê esasê nêrîneke hevbeş di navbera me de çêbû ku Rêber Apo ji aliyê hiqûqî û mirovahî ve bi neheqî bi komployeke navneteweyî dîl hatiye girtin. Ji ber wê em fikirîn bê ka çima em weke jinên Kurd, Ereb û hemû jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê em rola xwe ya mirovî û zagonî ji bo vê doza mirovî nalîzin? Me ev pirsane li xwe kirin û em gihîştin encamekî ku pêwîst e em karekî ji bo vê dozê bikin. Li ser vî esasî me Însiyatîfa NÛN ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ragihand.”

JI 8 WELATAN JIN DI ÎNSIYATÎFA NÛN DE CIHÊ XWE GIRTINE

Buşra Elî di berdewamiya axaftina xwe de got, “Ji bo navê NÛN ya Însiyatîfê kesên ku zimanê Erebî dizanin wê fêm bikin ku NÛN tîpa yekem a peyva jinan (Niswa) e, ji ber wê me dît ku ev nav kurt e, her wiha di nav cîhana Erebî de balkêş e û em bi bîr bixin ku ev însiyatîf bi taybet xweser a jinan e.

Weke tê zanîn jî gelek însiyatîf ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hatine avakirin, lê belê ev însiyatîfa hatî avakirin yekemîn însiyatîfa ku weke jinên Rojhilata Navîn ji bo Rêber Ocalan kar meşandine ye. Ji xwe jinên ji 8 welatên Erebî (Sûriye, Lubnan, Iraq, Filistîn, Misir, Sûdan, Lîbya û Yemen) başdarî vê însiyatîfê bûne.

MIJAREKE DIN A NÎQAŞ Û XEBATÊN ÎNSIYATÎFÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK E

Buşra Elî îşaret bi armanca însiyastîfê kir û wiha pêde çû; “Yek ji mijarên ku di nava nîqaşên me de tê dest girtin tevlêheviya ku dewleta Tirk a fîşîst di gelek welatan de çêdike ye. Weke opresyona ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin di nava nîqaşên me de her tim mijareke sereke ye ku ev opresyon ne weke opresyonên beriya wê ne. Her wiha ne tenê herêmekê yan cihekê digire dest, mijar ji wê kurtire. Ji xwe dixwaze bi vî şerî projeya xwe ya osmaniya nû vegerîne ku di çarçovaya Mîsaqa Millî de tê îfadekirin. Ji bo Rêber Ocalan jî ev demeke dirêje ji Îmraliyê tu agahî nayin girtin, her wiha ne malbat ne jî parêzer nikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.”

'ARMANCA ME YA YEKEMÎN AZADİYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN  E'

Buşra Elî îşaret bi antîpropagandayên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve tê pêşxistin kir û got ku ew yek dihêle ku cihê metisiyê be. Buşra wiha axaftina xwe domand; “Bi taybet ji bo kesên ku vê dozê dişopînin û dizanin ku girtîgeha Îmraliyê ne girtîgehekî ji rêzê ye. Her wiha sîstemeke tayebt li ser vê girtîgehê tê ferzkirin. Ji ber wê kiryarên ku di girtîgeha Îmraliyê de tên kirin, bi giştî ne ji rêzê ne û pêwîste Tirkiye li ser wê were hesabkirin. Ji ber wê ragihandina vê însiyatîfê weke bersivdayîna ji van kiryaran re, her wiha ji bo li dijî derketina vê sîstema ku li ser Rêber Ocalan tê meşandin e. Armanca yekem  a vê însiyatîvê azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e. Ji bo ku em bighîjin armanca xwe ya stratejîk jî me ji xwe re rê û rêbazên guncav û taybet diyar kirine. Her wiha em ê gelek civîn û goftugoyan bi hemû pêkhateyan re lidarxînin, ji bo ku heya asta herî bilind em fikir û felsefeya Rêber Ocalan bi civaka Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê bidin naskirin. Weke din jî projeyên Rêber Ocalan yên di derbarê azadiyê jinê de bi jinên Ereb re bidin naskirin.”

Di dawiyê de Buşra Elî anî ziman ku wê di demên pêş de gavên din ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên avêtin û got; “Wê hemû cîhan jî bizanibe ku Rêber Ocalan rêberê mirovahiyê û rêberê projeya biratiya gelan e. Ji bilî wana gelek projeyên wî di derheqê azadiyê jinê de jî hene.”