Gerîla Kuwêstan: Li hemberî dagirkeriyê pêwîst e gelê Başûr qiyametê rake

Gerîlaya YJA-Starê Kuwêstan Kurdistan bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê û bang li jin û ciwanan bi taybetî yên Başûrê Kurdistanê kir û got, “Tevlê vê Cenga Azadiyê bibin.”

Gerîlaya YJA-Starê Kuwêstan Kurdistan têkildarê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê, her wiha berxwedaniya bê hempa ya gerîlayên azadiya Kurdistanê û rolê gel, jin û ciwanên Başûrê Kurdistanê ya di vê pêvajoyê de ji ANF’ê re axivî.

Kuwêstanê wiha dest bi axaftina xwe kir; “Di destpêkê de rêz û hezkirina xwe ya ji dil pêşkêşê hemû gelê Başûrê Kurdistanê dikim ku bi rastî ji dil ji wan hez dikim. Di her kêliya rewşa zehmet û dijwar a niha de hest dikin, ji ber ku niha şerekî dijwar li ser xaka Başûrê Kurdistanê heye. Yanî ji siyaseta dewleta Tirk a dagirker û partiya xiyanetkar a PDK’ê ku di vî demî de hevkariya dagirker dike, ez wan kiryarên gemar ên ew dikin şermezar dikim.”

‘HER JIN Û CIWANÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIVÊ TEVLÊ CENGA AZADIYÊ BIBIN’

Gerîla Kuwêstan diyar kir ew ên ku dibêjin jiyanek heye ku bêyî bîr û baweriya Rêber Apo jiyan nabe; jiyaneke din jî heye ku ji bilî sextekarî û xwefiroşiyê tiştekî din nîne. Di vê demê de em dixwazin ku her jineke Başûrê Kurdistanê û her ciwanek tevlê Cenga Azadiyê bibe. Di vî demî de herî kêm gelê Başûrê Kurdistanê bibin yek û dengê xwe li hemberî vê qirkirin û tunekirinê ya dewleta Tirk a dagirker û partiya xiyanetê dike bilind bike.”

‘YÊN LI VIR ŞER DIKIN HEMÛ ZAROKÊN KURDAN IN

Gerîlaya YJA-Starê Kurdistanê îşaret bi şerê ku niha birêve diçe kir û wiha axaftina xwe domand; “Sala bihurî dewleta Tirk a dagirker a ku nekarî li her cihekî xwe bi cih bike, lewma hêz û şerê xwe mezintir kir. Îsal jî bi hemû hêza xwe di vî demî de zêdetir êrişên xwe li ser xaka Başûrê Kurdistanê û gerîlayên azadiya Kurdistanê mezintir kir. Bi hemû hêzên xwe yên hovane wan êrişan li vir pêk tîne. Yanî dewleta Tirkiyê, di şer de ku di şer de exlaq û yasayê şer heye, lê dewleta Tirk van exlaq û yasayan nas nake. Dibe ku di pir kêm şeran de kîmyabaran bi kar neanî be lê di gelek şeran de kîmyabaran bi kar aniye. Dewleta Tirk niha ji bo tunekirina ciwaên gelê Kurd ku li van çiyayan de bi çekê di destê xwe de li hemberî vê dagirkeriyê şer dike û sîngê xwe kiriye mertal û bi rengekî fedayî şer û canê xwe feda dike, hemû cure çekên kîmyewî bikar tîne. Yên li vir şer dikin hemû zarokên Kurd in, ji bo parastina xaka Başûrê Kurdistanê şer dikin; lê dewleta Tirk a dagirker ji derveyî vî çekî ti çareyekî wî nemaye, yanî ya di destê wê de maye ew e ku bi kîmyabaranê bikare me tune bike û vê qirkirinê bi temamî bi ser bixîne.”

‘GERÎLA BI BÎR Û BAWERÎ Û FELSEFEYA RÊBER APO LI BER XWE DIDE’

Gerîla Kuwêstan bi vî rengî behsa êrişên dagirkeriyê yên îsal û berxwedaniya hevrêyên xwe kir, “Ji 17’ê Nîsanê dewleta Tirk ji Zapê heta bi çendî navçe û hawîrdora wê operasyona xwe mezin kir û da destpêkirin û her tim bi heman şêweyî û bi heman rêbazê gemar dîsa êrişa xwe li ser vê xakê mezintir kir. Di vê şerî de ku niha dijmin berfirehtir û mezintir kiriye mirov dikare wiha behsa berxwedaniya gerîla bike, ji bo ku her kes bizane bê ka ew keç û xortên zarokê vê xakê çawa li ber xwe didin, yanî li hemberî her cure birçîbûn, tîbûn û her rewşekî wek birîndarbûniyê, mirov li wan çiyayan ew qasê berxwedanî li hemberî her cureyên teknîka ku dewleta Tirk a dagirker li ser gerîla birêve dibe nîşan dide, bê guman bi rêya bîr û bawerî û felsefeya Rêber Apo ve her gerîlayek li van çiyayan li ber xwe dide. Bi rêya bîr û baweriya Rêber Apo kariye hetanî astê herî lûtke ji bo vî xak û gelî li ber xwe bide û wê bilindtir bike. Ji bo parastina vê xakê her tiştê xwe heta canê xwe feda dike. Dibe ku her kesek nezane li vir çi diqewime, lê yê li vir baş dizane ku gerîla bi xwe ye ku li hemberî vî dijminî û teknîk û kîmyabarana ku hemû rojê li ber çavên me tê karanîn, em bi xwe li hemberî wan êrîşên ne wekhev û gemar ên dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, hevrêyên me her rojê berxwedaniyeke pir mezin û îradeyeke pir polayî nîşan didin û tim ber bi pêşve diçin. Ji bo parastina vî xakî canên xwe jî feda dikin, lê nahêlin ku dijmin bi ti awayî gav bi pêş ve biavêje. Yanî berxwedaniya li vir ango li serê van çiyayan bi rê ve diçe, ya ku ev hêze daye me bi rastî jî Rêber Apo ye.”

‘GER MIROV LI HEZKIRINA XAKÊ  WÊ MIROV HER TIŞTÎ BIDE BER ÇAVÊ XWE

Gerîlaya YJA-Starî Kuwêstan Kurdistanê anî ziman ku dibe her kesek bifikire bê ka ev berxwedaniye çawa tê kirin û got, “Eger mirov li ser hezkirina xak û axê bihizire wê mirov hemû tiştên xwe bide ber çavan û şer bike û ber bi pêş ve biçe. Mirov li vir ji mirinê natirse. Mirov her tiştê xwe ji bo vê xakî dide, ji ber ku dema mirov li ser xak û axê bihizire, hizr gelê xwe bike, mirov wê bikare her tiştê xwe ji bo vî xakî feda bike. Yanî bi rastî jî berxwedaniyeke pir mezin û bi hêz li vir bi rê ve diçe. Mirov dikare vî ruhê hevrêyên me wiha pênase bike, ruhê ku timî bi ser dijmin de diçe. Xeyalê Osmanî ya dewleta Tirk dixwaze zindî  bike, wateya dixwaze li vir bike ev tişt e, yanî weke statuyeke Kurd li Başûrê Kurdistanê qebûl nake. Li Başûrê Kurdistanê referandûm çêbû, yê ku destpêkê li hemberî wê sekinî û nepejirand dewleta Tirk û çeteyên wê bi xwe bûn.

‘PKK YEKANE PARTÎ YE KU KURDISTANÊ DIPARÊZE’

Mirov di vê demê de vê dibêje, li vir PKK’ê dike hincet lê mijar ne PKK ye, armanca wan dagirkirina hemû Kurdistan û gelê Kurd e. PKK’ê ji xwe re dike hincet, lê li vir armanc tenê ne PKK ye. Ji ber ku PKK yekane partî ye ku Kurdistanê diparêze. PDK li wir dibêje ku ez partiyeke Kurdî me, ewqasê li vir şer diqewime, ewqasê xake tê bombekirin, PDK’ê kengê dengê xwe derxist. Tenê tişta ku dike xiyanet e û ji bilî xiyanetê mirov nikare li vir ji bo PDK û ew siyaseta gemar ên bi rê ve dibe bibêje; tenê li hemberî gelê Kurd xiyanetê dike. Ev yek çiqasê zirarê xwe heye, aşkera ye. Di demekê de ku em behsa bêdengbûna gelê me yê Başûrê Kurdistanê dikin, em tenê ji bo PDK’ê nabêjin, belku ji bo hemû wan partiyên ku li Başûrê Kurdistanê cihê xwe digirin re dibêjin ku mafê wan heye ku di vî demî de helwestê xwe nîşan bidin û dengê xwe derxînin.”

‘BÊDENGBÛYÎNA LI HEMBERÎ VÊ DAGIRKERIYÊ TÊ WATEYA DAGIRKERIYÊ

Gerîla Kuwêstanê ragihand ku ev dagirkeriya ku îro li Başûrê Kurdistanê tê kirin tenê li ser çiya pêk nayê û wiha dirêjî da axaftina xwe; “Dibe ku îro li serê çiya tê kirin, wê 2 rojên din li bajaran li ber malên me û li kolanan wê bê kirin. Ji bo wê jî divê bi wî rengî xwe nexapînin, îro li çiya ye sibe wê li bajar be. Mafê her partiyekê ye ku di vî demî de dengê xwe derxîne û ji ber armanc û berjewendiyên xwe bêdeng nebe. Di demeke wiha ku dewleta Tirk vê dagirkeriyê pêk tîne de, bêdengbûyîna li hemberî vê dagirkeriyê tê wateya pejirandina wê  û teslîmbûyînê. Ji bilî wê tiştekî din ku mirov ji bo wê pênase bike tune ye.”

Gerîlaya YJA-Starê Kuwêstan Kurdistan diyar kir ku ya li Başûrê Kurdistanê tê kirin, li welatekî cuda bi rastî jî nayê kirin û banga dawiyê wiha dawî li axaftina xwe anî; “Hemû tişên ku her rojê ew dewletê dagirker pêk tîne li ber çavên me ne, her kes û cîhan bi giştî vî şerê ku niha tê kirin dibîne. Ji ber wê jî divê ji her kesê zêdetir gelê Başûrê Kurdistanê, jin û ciwan niha diviyabû qiyamet rakirabana. Mafê kîjan biyaniyê ye ku di vî demî de piyê xwe aniye ser xakê Başûrê Kurdistanê. Ev xaka Başûrê Kurdistanê ye, pêwîst e gelê Başûrê Kurdistanê di vê demê de qiyametê rake. Bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê, tişta ku li vir tê kirin, ne li ser xakekî din e, ji ber vê yekê daxwaza min ji hemû jin û ciwanên Başûrê Kurdistanê, hemû partî û aliyên Kurdî yên li ser navê Kurdîtiyê dixebitin û hemû eşîrên Başûrê Kurdistanê ew e ku eger tevlê vî Cenga Azadiyê bibin ya ku hemû rojê hevalên me sîngê xwe li beramberî vê dagirkeriyê kirine mertal û her rojê her hevalek canê xwe ji bo parastina vî xakî feda dike. Divê gelê me herî kêm di vê demê de bibin yek û dengên xwe li hemberî vê dagirkeriyê derxînin.”