Yilmaz: Êrîş li hemberî îradeya gelê Kurd bû

Hevberdeka HDK’e ya Enqereyê Dîlek Yilmaz diyar kir qetilkirina Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê tê wateya êrîşa li ser îradeya gelê Kurd.

Denîz Poyraz a ku di 17’ê Hezîrana 2021’an de li avahiya HDP’a Îzmîrê hatibû qetilkirin li Enqereyê hate bîranîn.

Hevberdevka HDK’e ya Enqereyê Dîlek Yilmaz ji ANF’ê re axivî û diyar kir qetilkirina Denîz Poyraz ne bi tenê tê wateya êrîşa li ser HDP’ê. Yilmaz got “Kujer dikeve avahiya partiyê û di nava avahiyê de wê dikuje. Li welatên ku demokrasî hene heke tiştekî wisa pêk were wê erd û asîman bilerize. Vê qetlîama li avahiya HDP’ê nayê wateya ku li hemberî çalakvaneke HDP’ê hatiye kirin. Ev êrîş li hemberî îradeya gelê Kurd e. Di têkoşîna me ya bi mafê demokratîk de dewlet û hêzên wê yên sivîl û mîlîtarîst bi awayekî koordîneyî ev bersiv daye me. Di 20 salên AKP’ê û 6 salên koalîsyona AKP û MHP’ê de li hemberî HDP’ê desteserkirina îradeyê û kirinên antî demokratîk heye.”

Yilmaz diyar kir ev qetlîam ji qetlîama sedsalî ya dewleta Tirk ne cihê ye û got “Polîtîkaya înkarkirina gelekî hê jî didome. Hê jî di kirinên faşîst û tekparêz de israr dikin. Demokrasiya li Tirkiyeyê tu carî pêk nehat. Di demên dawîn de êrîşên li ser avahiyên HDP’ê ji kirinên faşîzma giştî yên Tirkiyeyê ne cihê ye. Desthilatdarî girîng in lê tişta girîng hişê dewletê yê li pişt wê ye. Tişta ku nadin gelê Kurd wê êdî bibe pirsgirêka hemû gelên li Tirkiyeyê. Jinên di têkoşîna femînîst û jinên Kurd ên di têkoşîna jinên azad de ne, tu carî dev ji qad û kolanan bernedan. Dema ku hevala me Denîz Poyraz hate qetilkirin, gelek rêxistinên jinan piştgirî dan me. Dema ku tu kes ne li kolanan bûn, jinên Kurd li kolanan bûn. Jin li dadgehan nebûn kesên tê darizandin, jin li dadgehan bûn kesên didarizînin.”