'Biryar çi be jî em dev jê bernadin'

Jinên ku piştî doza betalkirina Peymana Stenbolê ya li Şûraya Dewletê daxuyanî dan gotin: "Biryar çi dibe bila bibe em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin."

Piştî doza betalkirina Peymana Stenbolê ya li Daîreya 10’emîn a Şûraya Dewletê, jinan li ber şûrayê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankartê ‘’Peymana Stenbolê ya me ye, em dev jê bernadin’’ hat vekirin.

‘EM PARASTINA ERDOGAN QEBÛL NAKIN’

Ewilî Seroka Platforma Wekhevî ji Bo Jinan (EŞÎK) Berrîn Sonmez axivî û got: “Rûniştineke din jî qediya. Cardin îdiayên xwe derpêş kirin. Di dozê de, navên hemû jinên ji roja ku em ji Peymana Stenbolê vekişiyane heta bi niha hatine kuştin hatin bibîranîn. Me bi rêzdarî xwe kir şûna yên ne di nav me de ne. Serokê Daîreyê ku di rewşeke wiha de jî parastina desthilatdarî û Serokomar dike biryara xwe di aliyê hiqûqê de ranegihand. Parastineke bi vî rengî bû: ‘Me kir û çû’. Em parastina Serokomariyê qebûl nakin. Em mitaleaya dozgêr qebûl dikin.“ 

‘DOZA HEMÛ CIVAKÊ YE’

Parêzera Partiya Karkiran (ÎP) Yelda Koçak jî axivî û got: “Îro me careke din behs kir ku me çima hewcedarî bi Peymana Stenbolê heye. Lê tu bersiv nedan me ku çima xwe ji Peymanê vedikişînin. We her tişt li gor û rêbazê kiribe jî em bi esasî îtiraz dikin. Peymana Stenbolê ne bi tenê doza jinan e. Em ê jiyandina rêgeza dewleta huqûqê dewam bikin.“

‘EM Ê HER LI QADAN BIN’

Endama Desteya Birêvebirina Konfederasyona Sendîkayê Kedkarên Karên Giştî (KESK) Zeynep Korkmaz jî wiha got: “Em îro ne bi tenê parastina Peymana Stenbolê lê parastina raseriya hiqûqê jî dikin. Em ê her li qadan bin. Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin.“

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Mirov bi Peymana Stenbolê dijî“ qediya.