Bûse Uçer: Jin wê bi berxwedanê re bibin yek

Endama Tora Parastina Jinê Bûse Uçer destnîşankir ku ji ber ku desthiladariya Erdogan diheje yekser êrîşî hemanên herî berxwedêr dike û wiha got, “Wê cardin jin ji bo berxwedanê bibin yek.”

Uçer destnîşan kir ku dîktarorê faşîst Erdogan ê ku heqaret li berxwederên Geziyê kir, niha jî tevahî jinan dike hedef û da zanîn ku dema desthilat diheje yekser êrişî jinan dike ku jin diyardeya herî berxwedêr e. Uçer bal kişand ku Peymana Stenbolê êdî ji bo jinan ne tenê peymanek e û got, “Peymana Stenbolê bûye nîşaneya tevgera jinan ya li Tirkiyeyê.” Ji Tora Parastina Jinan Bûse Uçer, têkîldarî êrîşên Erdogan ên li ser destkeftiyên jinan axivî.

ERDOGAN HER CARÊ JINAN DIKE HEDEF

Bûse Uçer destnîşan kir ku jin bi salan e li dijî zayenpareziya Erdogan têdikoşin û wiha berdewamkir: “Gelek axaftinên wî li ser jinan heye. Ev zimanê Erdogan ku afirandiye zimanekî dijî jinan, zayendparêz û baviksalarî ye. Em rastî gelek axaftinan tên ku îstîsmarê bi gotina ‘ji carekî tiştek nabe’ rewa dikin. Ev bi serê xwe ne tenê heqaretek e, rasterast şîdeta li ser jinê ye.Tu mafê serokomar nîne ku heqaretê li berxwederên Geziyê bike. Qetlîamên jinan, tacîz, tecawiz û îstîsmarên ku bi salane didomin, encama desthiladariya dijminatiya li hemberî jinan. Nûnerê baviksalariya li Tirkiye Erdogan, li dijî jinan şer ragihandiye; ji ber ku dizane jin her tim li ber xwe didin, stûyê xwe xwar nakin û her tim li kolanan in. Dizane ku desthilatdariya wî hildiweşe, ji ber vê yekê êrîşî hemanên herî berxwedêr dike.”

BETALKIRINA PEYMANÊ ÊRÎŞA LI SER TEVGERA JINAN YA CÎHANÊ YE

Uçer da zanîn ku Peymana Stenbolê ji bo jinan ne hatiye bexşandin, ev destkeftiyên jinan e û wiha pêde çû: “Beriya biryara betalkirina Peymana Stenbolê jî, tevgera jinan ji bo naskirina peymanê gelek xebat dikir. Ji ber ku Peymana Stenbolê jiyana jinan diparêze û berpirsiyariya vê li ser dewletê ferz dike. Peymana Stenbolê ji bo jinan nehatiye bexşandin. Ji ber ku jin bi salan ji bo çêkirina vê peymanê kedê didin û ev peymaneke navneteweyî ye, di rastiyê de destkeftiya tevgera jinan a navneteweyî ye. Betalkirina Peymana Stenbolê êrîşa li dijî hemû tevgerên jinên cîhanê ye.”

EM DEV JI MAFÊ XWE YÊ JIYANÊ BERNADIN

Uçer anî ziman ku êdî peyman ne tenê peymanek e û wiha got: “Peymana Stenbolê ewlehiya jiyana jinan e. Helbet hebûna wê bi tena serê xwe tiştekî îfade nake. Fatma Altinmakas ji ber ku wergerên Kurdî tunebû û nekarî  giliyên xwe bîne ser ziman hate qetîlkirin. Li welat gelek hemwelatî û nîjadên din dijîn, divê ji bo  wan wergêr were temînkirin. Peymana Stenbolê vî tiştî ferz dike. Divê ew bikaribin xwe îfade bikin û giliyên xwe bînin ser ziman. Peymana Stenbolê bûye nîşaneya tevgera jinên Tirkiyeyê.”

EM Ê CARDIN JI BO BERXWEDANÊ BIBIN YEK

Uçer herî dawî ev bang da: “Em weke rêxistinên jinan bang li her kesî, hemû mûxalîfên civakî dikin ku bila piştgiriyê bidin dozên li Konseya Dewletê. Em jin em ê vê yekê li kolanan biparêzin. Wê careke din jin ji bo berxwedanê bibin yek.”