Jinên cîhanî li Barcelonayê silav dan berxwedana jinên Kurd

Li Barcelonayê koma xweser ya transfemînîsta Azadî-Jin konferansa xwe ya 3’yemîn pêk anîn. Di konferansê de berxwedana jinên kurd ên li dijî zext û êrîşên dewleta Tirk hat silav kirin.

Koma Xweser a Transfemînîst (Azadî-Jin) li bajarê Barcelona yê herêma Katalan a Spanyayê konferansa xwe ya 3'emîn lidar xist.

Konferans bi dirûşma "Dones més enllà de les armes" (Hêza jinan ji çekan xurtir e) pêk hat.

Ji Îtalya, Îrlanda, Ûrûgûay, Eûskal Herrîa, Bakurê Emerîkayê, Katalonya, Spanya û Kurdistanê jin tevlî konferansê bûn.

Di konferansa ku li ser têkoşîna hemû jinên cîhanê hat rawestandin de, qala berxwedana jinên kurd yên li hemberî pergala Kapîtalîzm, li dijî pergala faşizm û dagirkeriya dewleta Tirk hat kirin.

Delegeyên konferansê bi rengekî komî bi pankartekê piştgiriya xwe ya ji bo Kurdistanê ragihandin û berxwedana jinên Kurd a li dijî dagirkeriyê silav kirin.