Jin ji bo Peymana Stenbolê li ber Şûrayê dewletê ne

Bi sedan jin beriya danişînê ji bo betalkirina biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê li ber Şûraya Dewletê li hev civiyan.

Bi daxwaza Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK), Komeleya Jinên Pêşverû (ÎKK), Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê ya Konfederasyona girêdayî (KESK), Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê ya Şaxa Xizmeta Çandinî, Daristan, Hawirdor û Sewalkariyê (Orkam-Sen), endamên gelek komele, baroyên cuda û bi giştî 17 sazîyan ku doz vekiribûn, wê rûniştina dozê li Şûrayê Dewletê pêk were.

Beriya danişînê gelek parêzer, rêxistinên jinan, partiyên siyasî, saziyên sivîl, nûnerên sendîkayan, rojnamevan û gelek kesên ku li ber Şûrayê Dewletê hatin cem hev daxuyanî dan.

Di daxuyaniya “Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin”, “Em naxwazin careke din agahiyên şîdeta mêr ragihînin. Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin” û pankartên bi nivîsa “Wekhevî” û “Dest nede qanûnan” hatin hilgirtin.

Piştî daxuyanan jin çûn salona ku dê danişîn lê bê kirin.