TekoJIN kongreya xwe ya 2'emîn li dar xist

TekoJIN‘ê bi şiara ‘’Wêrekiya dîtina xewnan, wêrîna ji bo azadiyê ye’’ kongreya xwe ya 2’emîn li dar xist.

Tevgera Jinên Ciwan ên Kurd (TekoJIN) a li welatên Ewropayê rêxistinkirî, bi şiara ‘’Wêrekiya dîtina xewnan, wêrîna ji bo azadiyê ye’’ kongreya xwe ya 2’emîn li dar xist. TekoJIN’ê kongreya xwe ya jinên ciwan a 2’emîn li Zanîngeha Goethe ya Frankfûrta Elmanyayê li dar xist. Ji gelek welatên Ewropayê jinên Kurd û enternasyonalîst bi cil û bergên xwe yên gelêrî tev li kongreyê bûn. Wêneyên şehîdan, alên TekoJIN û JXK’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li salona kongreyê hatin daliqandin.

Kongre bi girtina rêzê ji bo şêhîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir. Di pey re TekoJIN û TJK-E’yê axavtinên destpêkê kirin.

Di kongreyê de bi giştî gotûbeja hêza rêxistinkirî û rol û ristê jinên ciwan di nav civakê de hat kirin. Di têkoşîna şoreşê ya bi salan a gelê Kurd de, di avakirina konfederalîzma demokratîk û ya cîhaneke azad a civakî û ekolojîk de behsa rolê jinên ciwan hat kirin.

Di kongreyê de wiha hat gotin: “Jinên ciwan xwe bi rêxistin bikin, dikarin li ber dijminê faşîst rabin û Kurdistana azad ava bikin.“

Piştî axaftinan sînevziyona li ser pêvajoya siyasî hat temaşekirin û nîqaşa pêvajoya siyasî hat kirin. Bi pişt re rapora xebatên du salan hat xwendin û jinên ciwan, pirsgirêkên xwe yên di warên dixebitin de û çareserî pêşniyarên alternatîf anîn ziman.

Rêziknameya TekoJIN’ê hat xwendin. Plansazî hat çêkirin. Koordînasyona nû a TekoJIN’ê hat hilbijartin û jinên ciwan diyar kirin ku ew wek hêzeke ji nû ve rêxistinkirî amade ne.

Kongre bi vê axaftinê bi dawî bû: ‘’Bi vê kongreya xwe aşkera ye ku em ê bi awayekî bihêztir û fedaîtir tev li pêvajoyê bibin. Şerê li welatê me diqewime û berxwedana hêja ya gerîla xeta divê em jinên Kurd ên li Ewropayê bişopînin nîşanê me dide.“