Rûniştina serlêdana koma duduyan a têkildarê doza li biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê ya Serokomarê Dewleta Tirk ê AKP’yî Tayyîp Erdogan li Şûraya dewletê hat dadgehkirin.
Piştî rûniştinê rêxistinên jinan li ber Şûraya Dewletê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de dowîzên “Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin“ hatin hilgirtin û bênavber dirûşmeyên ‘’Em natirsin, xwe ker nakin, taetê nakin’’, ‘’Peyman a me ye, em ê bi ser bikevin’’ hatin berzkirin.
GULBAHAR: EM RUMETA NAXIN BIN PÊYÊ KÊSÊ
Di daxuyaniyê de serê pêşîn endama Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) Selîn Napikoglû axivî û wiha got: ‘’Me doz li biryara ku yekî gotiye ‘ez jê vedikişim’ kir. 14‘ê Hezîranê em careke din li vir in. Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin.’’
Ji ÊŞÎK’ê Parêzer Hulya Gulbahar jî ev gotin kirin: ‘’Em ê ji bo jiyaneke bi wekhevî têbikoşin, lewma em ê her tim parastina Peymana Stenbolê bikin. Em ji bo rûmetê têdikoşin, em rûmeta xwe naxin bin pêyên tu kesî.’’
MALBATÊN JINÊN HATIN QETILKIRIN AXIVÎN
Parêzer Mûjde Tozbey ku ewil li ser navê Komeleya Zarok û Jinan mafê axaftinê girt û soza da malbatan û got: "Em ji bo jinên bi saya peymanê jiyana xwe ji dest nedan li vir in. Îro em bi 20 malbatan re hatin."
Xwişka Remziye Tûysûz a li Îzmîrê hat qetilkirin Mutlu Can Tûysûz jî got: "Xwişka min jî yek ji wan kesên ku rastî tundiya mêran hatiye, lê em ji polîtîkayên dewletê dibînin ku ev dê ne ya dawî be. Malbatên jinên hatin qetilkirin, wê têkoşîna me bidomînin."
Xwişka Remziye Yoldaş a li Amedê hat qetilkirin Asiye Tûra jî mafê axaftinê girt û got: "Xwişka min tevî biryara parastinê hat qetilkirin. Remziye dikaribû îro bijiya, lê ji ber xemsariyê hat qetilkirin. Em li bendê ne ku Şûreya Dewletê biryareke ku me hemûyan kêfxweş bike bide."
Parêzer Şenel Sarihan jî mafê axaftinê girt û got: "Îro ne tenê saziyên jinan, gelek baro û partiyên siyasî hebûn. Wê di 14 û 28'ê Hezîranê de jî daneşîn berdewam bike. Em jin bi biryar in ku dirokê binivîsin. Peymana Stenbolê dide jiyan kirin.“
Endama Lijneya Serokatiya Giştî ya Partiya Çep Îlknûr Başer jî got: "Jin bi hêsanî di van rêyan re derbas nebûn. Bi keda xwe mafê xwe bi dest xistine. Yê ku peyman nivîsand jin in. Yê ku wê bi tenê jin in. Yên ku peymanê rakin ji jin in. Li vî welatê ku mafê jiyanê ji holê hatiye rakirin wê peyman bidome. Em ê bi hev re parastina jiyanê bikin."
SONMEZ: EM DEV JI PEYMANÊ BERNADIN
Endama EŞÎK‘ê Berrîn Sonmez jî got: "Keda me wê bidome. Biryar çi dibe bila bibe, em dev ji peymanê bernadin. Ji ber ku em dev ji can û mafên xwe bernadin."
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Em dev ji maf û jiyana xwe bernadin" bi dawî bû. Di dawiyê de jinan banga tevlîbûna rûniştina 14 û 28’ê Hezîranê kirin.