SKB Ewropa: Em ê rê nedin mêtingeriya Tirk
SKB Ewropa nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê da û got, "Em rê nedin ku mêtingeriya Tirk, DYE û NATO li Kurdistanê serketî be."
SKB Ewropa nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê da û got, "Em rê nedin ku mêtingeriya Tirk, DYE û NATO li Kurdistanê serketî be."
Yekîtiya Jinên Sosyalîst li Ewropayê (SKB) têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Mêtingeriya Tirk bi hevkariya rêveberiya Kurdistan a Iraqê, li herêmên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê şer dike. Gerîlayan, gerîlayên jin û xelkê herêmê qetil dike."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çarçoveya êrişên nû berfireh e û hate gotin, "Mêtingeriya Tirk bi lihevkirina bi emperyalîzma DYE û rêxistina wê ya şer NATO'yê, êriş dike. Li Başûrê Kurdistanê bi hevkariya hêzên PDK'ê yên hevkar, li dijî kadroyên tevgera azadiyê ya Kurd kîmyasalê bi kar tîne û plan dike ku qetil bike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dixwazin dawî li xweseriya li Rojava bînin. Li Şengalê dixwaze herêma xweseriya demokratîk tune bike. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî destgîrkirin, girtin, komkujî naqede. Her wiha hewl dide ku jin ên ciwan dejenere bike."
Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin, "Em rê nedin ku mêtingeriya Tirk, DYE û NATO li Kurdistanê bi ser bikeve."
Herî dawî wiha hate gotin, "Em rêveberiyên xweser, şoreşa jinê ya li Rojava biparêzin. Li hemberî şerê li Başûrê Kurdistanê, li hemberî qetilkirina gerîlayan bêdeng nemînin. Ji şerê ku bi tundiya jinê dewam dike, em bêjin 'na'."