Ji Reqayê ji bo jinên Efganistanê piştevanî

Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, bi armanca piştevaniya bi berxwedana jinên Efganistanê li Reqayê çalakiyek li dar xist.

Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, bi armanca piştevaniya bi berxwedana jinên Efganistanê li Reqayê çalakiyek li dar xist. Çalakî di çarçoveya “Rêxistin bibe, li ber xwe bide, azad bibe” de hat li darxistin. Sekreterê giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Sîham Dawûd, endamên partiyê yên Meclîsa Jin û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê tev li çalakiya ku li ser rêya Neîm hat li darxistin, bûn. Jinan di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên “Talîban û DAIŞ yek in” berz kirin û pankartên li ser “ Bes e ji qetilkirina jinan re” û “Na ji kolekirina jinan re” hat nivîsandin hildan.

Tevgera Talîbanê ku di nîvê Tebaxa par de Efganistan kontrol kir, qanûnan li ser jinan ferz dike, nahêle jin li dibistanên amadeyî bixwînin, bi tenê nabe bi cihekî de biçin, li cihên giştî divê laçikan li xwe bikin, her wiha di vê dawiyê de jî rûyê pêşkêşên kanalên nûçeyan digirin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û cîgira Meclîsa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Semîre El Ezîz xwend.

‘LI SER JINAN SIYASETA QIRKIRINÊ DIMEŞÎNIN‘

El Ezîz anî ziman ku ji dema tevgera Talîbanê ya terorîst erdnîgariya Efganistanê kontrol kiriye û rewabûna nixumandî jê re hatiye dayîn û vir ve siyaseta qirkirin û çewisandinê dimeşîne, dest bi kiryarên hovane û dermirovî li dijî gelê Efganî kir, ji nû ve serdema cehalet, nezaniyê vegerand û vîn û mafên rewa têk bir.

QANÛNÊ TAYBET

El Ezîz destnîşan kir ku ev kiryar li dijî qanûnên mafên mirovan û jinan in û got “Li dijî jinan zilm û qedexekirina ji mafên xebat, perwerde, ewlehî û dûrxistina ji jiyana giştî hatin ferzkirin. Jin hatin neçarkirin ku laçikan li xwe bikin, ev yek jî nîşaneya zihniyeta paşketî û terorîstî nîşan dide.” El Ezîz bi domdarî ev tişt got: “Jinên Efganistanê ku hîna jin di xwe birêxistinê û yekitiyê de berdewam in ku azadiya xwe bistînin û mafên xwe mîsoger bikin. Ew jî tevî ku bi hemû şêweyan rastî qirkirin, hemleyên girtin û darvekirinê tên. Ev yek ne tenê bandorê li ser jinên Efganî dike, lê belê wê bandorên wê li ser tevahî Efganiyan hebe.

BANGA PIŞTEVANIYÊ

El Ezîz bilêv kir ku baweriya wan bi rêgezên bingehîn û armancên wan yên pîroz ku doza jinan li ku derê dibe bila bibe dozek e, divê hemû bi jinên li cîhanê re hevgirtî bin û piştgiriya wan bikin. El Ezîz anî ziman ku peywîrekî exlaqiye ku piştevaniya bidin jinên li Efganistanê û wiha pê de çû: “ Ji ber azarên wan ên îro me berê di dema DAIŞ’ê de kişand. Divê jin bi hev re têbikoşin û hevgirtî bin, da ku rola xwe ya xwezayî aktîf bikin, pişta xwe bidin hêza xwe ku parastina xwe li dijî siyasetên çewisandinê bikin, her wiha jiyan, fikir, hêvî û berjewendiyên xwe ji êrişên rejîmên destoptî û zîhniyeta baviksalariyê biparêzin.“

Çalakî bi dirûşmeyên piştevaniyê bi dawî bû.