PAJK: Qîrîna Sema di berxwedana jinên Zîlanî de olan dide

Koordînasyona PAJK’ê di salvegera şehadeta wê ya 24’emîn de di şexsê Sema Yuce de şehîdên meha Hezîranê bi bîr anî û got “Berxwedana ji agir a Semayan, ji bo milîtanên azadiyê yê jinan dibe tarza jiyanê, çanda berxwedanê û sonda azadiyê.”

Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK) di salvegera şehadeta wê de Sema Yuce bi bîr anî. Sema Yuce di 21’ê Adara 1998’an de ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk û li hemberî xeta tasfiyekarî û îxanetê ya li ser PKK’ê hate ferzkirin bibe xwediyê helwesteke şoreşger xwe şewitandibû û piştî 84 rojan şehîd bûbû.

Bi wesîleya salvegera 24’emîn a şehadeta Sema Yuce di şexsê Zîlan (Zeynep Kinaci) û Gulan (Fîlîz Yerlîkaya) de şehîdên meha Hezîranê jî hatin bîranîn. Di daxuyaniya bîranînê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em gel û jinên Kurdistanê di vê pêvajoyê de ya ku demeke dîrokî ye û şerekî giran tê meşandin, di salvegera 24’emîn a şehadeta wê de hevrê Sema Yuce bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Hevrê Sema Yuce ya ku milîtaneke pêşeng a têkoşîna me ye û wekî jineke serhildêr a ku li hemberî serweran stûyê xwe xwar nake, di Newroza 1998’an de li zindanên faşîzmê li hemberî teslîmiyet û îxanetê helwesta xwe diyar kir, bi azweriya xurt a ji bo Rêbertî û azadiyê bedena xwe kiriye agirê serhildanê. Wê bi şîara ‘Ez dixwazim ji 8’ê Adarê ber bi 21’ê Adarê bibim pireke ji agir’ mohra xwe li serdemê xist û bi tarza berxwedanê ya Zîlanê re bûye yek. Hevrê Sema Yuce di 17’ê Hezîranê de şehîd bû û bûye fedaî.

QÎRÎNA WÊ LI LÛTKEYAN OLAN DIDE

Wê dîwarên tarî yên zilmê parçe kir, wekî li her qadê di zindanê de jî li hemberî feraseta serwer a faşîzm û mêran bûye xwediyê helwesta herî watedar. Di şertên zindanê yên faşîzmê de, wê rastiya Rêbertî û têkoşîna azadiyê ya jinan di kesayetiya xwe de gihandiye asta lûtkeyê. Xwedîlêderketina Îdeolojiya Rizgariya Jinan û di şexsê Zîlanê de ji bo jinên azad ên bûne manîfesto di kesayetiya xwe de nîşan bide, tevgeriyaye. Wê polîtîkaya dîlgirtinê ya dijmin û rastiya dîlbûnê zû fêm kiriye, li ser rêya Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş û Çar Şoreşgeran de bûye yek ji milîtana pêşeng. Ji ber vê hevrê Sema di têkoşîna azadiyê ya jinan de roleke dîrokî pêk aniye. Wê nîşan daye divê bibe xwe, bi xwe re bibe yek û bide ser rêya heqîqetê. Wê cîhana xwe ya hest û fikran watedar kiriye, kesayetiya mêrê serwer red kiriye, bi tespîta xwe ya ‘li asîmanan bi tenê rojek heye’ helwesta mêrserwer a komploger pûç kiriye. Di berbanga tariyê de ew qîrîyaye ku tekane roj heye ku dinya û mirovayetiyê ronî dike û di dilê xwe de ji xeynî hezkirina Rêbertî û girêdayîna wê cih nedaye tu tiştî. Hê jî ev qîrîn di asîmanên Kurdistanê de, li lûtkeyên bilind, di berxwedana jinên bûne Sema û Zîlanan de olan dide.

WÊ DEMA JINAN DAYE DESTPÊKIRIN

Hevrê Sema bûye yek ji kesayetiya ku dem zeft kiriye û dema jina daye destpêkirin û wisa ketiye dîrokê. Girêdana wê ya bi nirxên azadiyê yên jinan, bawerî, hezkirin û daxwaza wê her dem bi şerên mezin çêbûye. Hevrê Fîkrî Baygeldî yê ku kete bin bandora heval Sema bi şîara ‘Ez dixwazim bibim leşkerê jinên Kurd ên bûne fermandar’ û wekî peyrewên Sema ew jî bûye fedaî. Têkoşîna hevalên me yên mêr ên ku ji têkoşîna azadiyê ya jinan, ji hêza wê ya rêxistinkirî û azadiyê bandor bûne, wateyeke wê ya dîrokî jî heye. Li hemberî feraseta mêrserwer û pergala wê, têkoşîna jin û mêrên azad bêguman ew ê jiyanê azad bike.

BERXWEDANA DI TARZA SEMA DE, JIYANA DI TARZA ZÎLAN DE Û ŞERÊ DI  TARZA GULANÊ DE

Feraseta azadiyê ya hevrê Sema û Zîlan a ku Rêber Apo ji bo wan gotibû ‘Ew vejîna dîrok û jinê ye’, kûrbûna têkoşîna cins û tevgera me ya azadiyê bi xwe re aniye û kiriye ku PKK bibe partiyeke jinan. Bi hezaran jinên evîndarê azadiyê yên peyrewên vê berxwedanê ne, bi heman ruh û baweriyê li hemberî faşîzm û feraseta mêrserwer şerekî mezin dikin. Berxwedana ji agir a Semayan ji bo her milîtanên azadiyê yên jin bûye tarza jiyanê, çanda berxwedanê û sonda azadiyê. Dîrokê careke din jî nîşan daye ku kesayetiyên dîrokî nûnerên çalakiyên dîrokî û jiyana azad in. Wekî niha jî ruhê berxwedanê, xîreta têkoşînê û azweriya azadiyê ya Sema, Zîlan û Gulanan, kêlîkên wisa dîrokî ava dikin û bi danheva kêlîkên dîrokî û domandina wê re têkoşîna me ya azadiyê ber bi azadiyê ve dimeşe. Şervanên azadiyê yên jinên Kurd li her bihosteke azad Kurdistanê, li zindanan û li her qadên jiyanê şer dikin, bi berxwedanê bi pêşengiya jinan jiyana azad ava dikin. Rastiya derewîn a ku bi destê jinan tê avakirin û pergala serwer a zalim, a niha dîsa bi destê mirovan, bi feraseta jinên azad diguhere.

Berxwedana di tarza Sema Yuce de, jiyana di tarza Zîlanê de û şerê di tarza Gulanê de, rastiye Rêbertî ye. Rastiya Rêbertî jî mîsogeriya azadiyê ye. Di bin fermana şehîdan de û di şerê azadiyê de, me berê xwe daye serkeftina di şerê azadiyê de. Rêbertiya me partiyeke wisa ava kiriye ku ji xeynî serkeftinê tu rêyeke din tune û milîtanên evîndarên azadiyê ava kirine yên ku ji xeynî serkeftinê tu armanceke wan a din tune. Ji ber vê PKK û PAJK têk naçe! Ji ber ku Rêber Apo têkbirin têk biriye.

ŞEHÎD AZWERIYA ME YA JI BO AZADIYÊ MEZIN DIKIN

Di şexsê hevrê Zîlan de careke din şehîdên mezin ên meha Hezîranê yên tevgera me ya azadiya jinan Zîlan (Zeynep Kinaci), Gulan (Fîlîz Yerlîkaya) û di heman demê de hevalên me yên hêja yên din meha Hezîranê de şehîd bûne Helmet (Diyar Xerîb) û Dr. Huseyîn bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Dîsa di berxwedana Zapê de ya ku ji 17’ê Nîsanê û vir ve didome hemû hevrêyên me yên li ser xeta Zîlan û Semayan şer dikin û şehîd bûne, di şexsê heval Mizgîn Ronahî, Şaristan, Agir, Şevîn, Bahoz, Rûmet, Armanc, Rêber û Cûmalî de, bi rêz û hurmet bi bîr tînin û em diyar dikin li hemberî artêşa şehîdan a bi hezaran bi hayjêbûna berpirsyariya mezin em ê pêşengtiyê ji pêvajoyê re bikin. Şehîd azweriya me ya jiyanê mezin dikin, hêza têkbirina dijmin dide me û mizgîniya serfiraziyê dide me. Li ber rastiya bi hezaran şehîdan ên ku ji bo têkoşîna me bigihêje vir berdêl dane û wekî şervanên li ser xeta Rêbertî şer dikin û têdikoşin, em soza xwe dubare dikin ku em ê li ser heman xetê bibin yek.”