TJA’yê komxebata ‘Jin û girtîgeh’ li dar xist -HATE NÛKIRIN
Bi pêşengiya TJA’yê komxebata bi navê ‘Jin û girtîgeh’ê dest pê kir
Bi pêşengiya TJA’yê komxebata bi navê ‘Jin û girtîgeh’ê dest pê kir
Tevgera Jinên Azad (TJA) komxebatek bi sernavê ‘Jin û girtîgeh’ li dar dixe. Di komxebata li Otelek li Taxsîmê pêk tê de pankartên mezin hatin daliqandin. Ji gelek rêxistinên jinan û rêxistinên cemawerî ya sîvîl jin beşdar bûn. Her wiha Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parlamenter, endamên meclîsa jinan, aktivîstên femînîst, jinên rojnamevan, jinên parazvanên jinan e, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, malbatên di Nobeta Edaletê de ne di komxebatê de cih girtin.
Di komxebatê de wê di mijarên ‘Ji salên 70,80, 90’î de jinên girtîgehê’, ‘Ji doh heta îro girtîgeh’, ‘Li girtîgehan binpêkirinên mafan’ û ‘Divê çi were kirin û lêgerînên aştiyê’ de pêşkêşî û axaftin werin kirin.
Axaftina destpêkirina komxebatê ji hêla aktîvîsta TJA'yê Fîgen Ektî ve hat kirin. Fîgena ku bi salan li girtîgehê mayî behsa taybetmendiya girtîgehan kir. Ektî di axaftina xwe de got ku "Girtîgeh li hemberî têkoşîna jinê dem bi demî veguheriye amûra islehkirinê. Di salên 80, 90 û 2000’î de li girtîgehan polîtîkayên tecrîd û îzolasyonê pêk tên Di salên 80'yan de em hatin girtin û em hatin darizandin. Em hemû jî çûn ber deriyên wan girtîgehan. Ji wan rojan heta îro tu tişt neguherî. Bêtir şert û merc zehmet bûn û tecrîd bêtir hat girankirin.
Gelek tişt li ser girtiyan hat ferzkirin. Bi taciz û tecawizê re rûbirû man. Dema em li dîrokê dinêrin em dibînin ku jin tu carî entegre nebûne. Heke tu bixwazî azad û jiyaneke bi rûmet bijî, dê kesên ku li hemberî te derkevin jî hebin. Ji ber vê sedemê jin li dijî hêzên desthilatdar li ser vê erdnîgariyê her tim di nav têkoşînê de bûn. Jinan pêşengtiya Têkoşîna Azadiya Kurd kir. Ev jinên pêşeng hatin destgîrkirin û girtin.
Hevalên me yên ku 30 sal in serî netewandine û girtîgehan veguherandin qadên têkoşînê. Bi Girtîgehên Tîpa F xwestin rêxistinbûna girtiyan ji holê rakin. Em ji ber serpêhatiyên xwe û hestên xwe li vir kom bûn."
Piştî axaftina Fîgen Ektî derbarê têkoşîna girtiyên jinan de sînevîzyonek hat temaşekirin.
Parêzvana mafên mirovan û hevjîna sînemavan Yilmaz Guney Fatoş Guney jî tevlî komxebatê bû û got: "Ez qet nehatim girtin. Lê ez bi kurê xwe re 10 sal in piştevaniya girtiyan dikim. Ez heman hestê dijîm. Ji bo girtîgehan gelek faaliyetên min çêbûn. Lê belê min tu carî ji wezaretê destûr negirt. Li girtîgehan mayîn hestek cûda ye. Mînaka wê jî Aysel Tugluk e. Ez hêvî dikim demildest ji bo Aysel Tûglûk tiştek bê kirin. Her wiha ez hevalên ku ked dane vê komxebatê jî spas dikim."
Komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.