Amadekariyên Festîvala Jinan a Zîlan qediyan

YJK-E'yê ragihand ku ji bo 16'emîn Festîvala Jinê ya Zîlan hemû amadekarî temam bûne û bang li jinan kir ku tevlî bibin.

Ji bo Festîvala Jinan a Zîlan ku mezintirîn kombûna jinên Kurd a li Elmanyayê ye, demeke kurt ma.

Festîvala ku îsal cara 16'an tê lidarxistin, bi dirûşma "Li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike, bi rengekî azad bijî" li Frankfûrtê li navnîşana Walther-von-Cronberg-Platz 4 pêk tê. Tevî ji Elmanyayê wê ji Hollanda û Belçîkayê jî jin beşdarî festîvalê bibin.

Yekîtiya Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E) ku amadekariyê ji festîvalê re dike, bi daxuyaniyekê ragihand ku amadekarî qediyane.

YJK-E'yê got, "Festîvala me ku 3 sal in ji ber pandemiyê me nekarî lidar bixin, îsal di demeke welêt de pêk tînin ku berxwedana jinê gihîştiye asteke bilind. Di 25'ê Mijdarê, 9'ê Çileyê û 8'ê Adarê de em tevahiya salê li qadan bûn. Festîvala me jî wê bibe asta herî bilind a van çalakiyan. Di heman demê de wê bibe peyamek ji bo sekna jinê ya demê bi taybetî sekna li Zapê."

JI YEKÎTIYA JINÊN KURD HETA BI PIŞTEVANIYA JINÊ YA CÎHANÎ

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ji jinên Elewî ku bi parvekirinê zêde dibin heta bi jinên Êzidî ku ruhê berxwedanê yê Şengalê temsîl dikin, em bang li jinên ji Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûr ên sirgûn bûne dikin ku ji bo yekîtiya jinê ya neteweyî peyameke xurt bidin.

Em li benda jin ên ciwan in ku bi coşa Newrozê tevlî bibin.

Festîvala Jinan a Zîlan di heman demê de festîvaleke ku xwedî karakterekî cîhanî ye. Ji sala 2004'an û vir ve ji Latîn Emerîkayê heta Hindistanê, ji Tamîlan heta Katalanan ji gelek welatan cih da aktîvîteyên çandî. Gelek derdorên femînîst di festîvalên me de peyamên xwe yên ji bo piştgiriya bi têkoşîna hevpar a jinên Kurd re dan. Di festîvala îsal de jî ji tevlîbûna jinên ji gelên cuda em ê gelekî kêfxweş bibin."

AGAHIYÊN TEKNÎKÎ LI SER ÇÛN Û HATINÊ

YJK-E'yê herî dawî ji bo çûn û hatina qada festîvalê bal kişand ser van xusûsan:

Ji bo otobusan;

"Ji bajarên cuda yên Elmanyayê otobus wê bên û beşdaran li qada festîvalê deynin û piştî ku festîval qediya jî ji qada festîvalê beşdaran bibin. Qada festîvalê li navenda bajêr e, lewma ji bo pirsgirêka cih nebe yên bi wesayitan tên dikarin van qadên parkê bi kar bînin.

Navnîşanên ji bo wesayitan:

- Parkhaus Alt-Sachsenhausen

Walter-Kolb-Straße 16

- Parkhaus Depot Sachsenhausen

Hedderichstraße 34

- PARK ONE Tiefgarage Colosseo

Walther-von-Cronberg-Platz