Jin li Frankfûrtê hatin ba hev

Jinên di Mihrîcana 16’emîn a Jinan a Zîlanê de hatin ba hev, diyar kirin ku ew ê piştgiriya berxwedana bi rûmet a Gerîlayên Kurdistanê bikin. Endama TJK-E’yê Tûba Hezer got: “Em ê faşîzmê bi destê jinan bidarizînin.”

Jinên Kurd ên li Elmanyayê ji ber şewba Covîd-19’ê piştî sê salan di Mihrîcana Jinan a Zîlanê de hatin ba hev.

Mihrîcana li Elmanyayê ya ku jinên Kurd herî zêde li wir tên ba hev, bi dirûşmeya “Li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike, bi azadî bijî” li Frankfûrtê hat lidarxistin. Ji xeynî Elmanyayê ji welatên der û dorê jî jinên Kurd û enternasyonal bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevlê Mihrîcanê bûn.

Wêneyê Şoreşgera Kurd Şehîd Aysel Dogan û yê Zîlan (Zeynep Kinaci) li ser dikê hatin daliqandin.

Li qada Mihrîcanê standên pirtûk, xeml û xişr û xwarinan hatin danîn. Kêfa beşdaran ji konê ji mû û xeml û xêza jinan û alav û amûrên di kon de bûn re hat. Dengbêjên jin ên di bin konê de bûn kilam gotin.

Zarokan jî li cihekî ji bo wan veqetandî ji xwe re kêf kirin.

Mihrîcan bi silavkirina berxwedana gerîla destpê kir. Girseyê bi dirûşmeya “Bijî berxwedana gerîla” bersiv da ji bo silavê.

Di pey re nûnera Women Defend a Kurdistanê û Berdevka YJK-E’yê Ayten Kaplan li ser armanca Mihrîcanê û têkoşîna jinan bi Elmanî axivîn.

Paşê Hunermend Meral Alkan bi stranên Kurdî û Tirkî û lawjeyan û gerandina semahê coş xweş kir.

KJK: MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ DEYNÊ ME YE

Piştre jî peyama Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) hate xwendin. Di peyama ku têde jinên tevlê mihrîcanê bibûn hatin silavkirin de, hat hêvîkirin ku mihrîcan bibe sedema hevdîtineke watedar û ruhê têkoşînê hîn xurtir bike. Di peyamê de hat destnîşankirin ku faşîzma AKP-MHP'ê ji bo desthilatdariya xwe bidomîne, tecrîd û êşkenceya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kûrtir kiriye û êrîşên xwe yên li dijî Kurdistanê, binpêkirina hemû nirxên mirovahiyê û exlaqî dewam dike û hat gotin, “Erkê me ye ku li dijî vê tarîtiya ku faşîzm dixwaze li her derê biafirîne têkoşînê mezin bikin.”

Peyamê bal kişand ku faşîzma AKP-MHP’ê di encama têkoşîna jinan de gelekî qels bûye û wiha dewam kir: “Jin û ciwanên ku li dijî çeteyên herî hov ên cîhanê berxwedana herî mezin a dîrokî kirin, li Zap, Avaşîn û Metîna bi berxwedaneke ku di dîrokê de kêm hatiye dîtin, dagirkeran têk dibin. Di serî de erka me jinan e ku em di asta herî jor de xwedî li vê berxwedana bi rûmet a gerîlayên azadiyê ya ku li dijî êrîşên dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê ji bo hebûn û rûmetê têdikoşin, derbikevin û têkoşînê mezin bikin. Em vê berxwedana bi rûmet a gerîlayên me yê azadiyê careke din silav dikin û bang li gelê xwe dikin ku têkoşîna gerîla li her qadê bilind bikin.”

Piştî peyama KJK’ê jinan dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” berzkirin.

HEZER: ŞERÊ RÛMETÊ BAREKÎ GIRAN E

Di pey daxuyaniyê re endama Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) Tûba Hezer îşaret bi peyama KJK’ê kir û wiha axivî: “Şerê rûmetê barekî giran e, em vî barî hilgirin. Wek sed sal berê dîsa dixwazin me qir bikin. Lê nizanin ku jinên Kurd êdî zana bûne, dîrok guhartine. Jinên Kurd êdî şoreşê dikin, dîroka şaş diguherin. Me êdî fikra azadiyê di xwe de cewherî kiriye, em dest ji vê rêyê bernadin.”

Tûba anî ziman ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser hemû gelên Tirkiyê tecrîdeke mezin heye û wiha got: “Dixwazin nehêlin fikrên Rêbertiyê bigihîjin me. Le bi helwest, berxwedan û têkoşîna me desthilatdariya AKP-MHP’ê li ber ketinê ye.”

‘KES NIKARE JINAN JI SER RÊYA WAN BIDE ALÎ’

Tûba Hezer behsa êrîşên li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê jî kir û axavtina wiha bi dawî kir: “Bi çekên kîmyewî û teknîka herî bihêz a NATO’yê êrîşê dike. Ev bi kêr nayên. Koka vê darê hişk nabe. Me par digot çi? Em ê Erdogan bi destê jinan darizînin. Serkeftin nêz e. Tilîliyên jinan bilind dibin. Ji têkoşîna jinan heta mirinê ditirsin. Ti bazariyeke qirêj nikare me ji rêya me bide alî. Hûn çi dikin bikin, fikra azadiyê di dilê me de ye. Hezerê bi dirûşmeyên “yan serkeftin, yan serkeftin!” û “Jin jiyan azadî” axaftina xwe bi dawî kir.

Mihrîcan bi stranên Nûarîn, Bermal Çem û girtina govendê li ber def û zirneyê berdewam e.