Denîz Poyraz li Îzmîrê hate bîranîn

Endama HDP'ê Denîz Poyraz li Îzmîrê di salvegera yekemîn a qetilkirina wê de ji aliyê gelek tevgerên jinan ve hate bîranîn.

Aktîvîstên Tevgera Jinê ya Azad (TJA), Jin bi hev re xurt in a Îzmîrê, Rêxistina Îzmîrê ya HDP'ê di salvegera yekemîn a qetilkirina Denîz Poyraz de li qada Cûmhûriyetê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di dema daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Dem ew dem e ku em bibin Denîz" û dirûşmên "Denîz Poyraz raperîna me ye" û "Jin, jiyan, azadî" hatin qîrîn.

Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz, malbata wê û parlementerên HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Gulistan Kiliç Koçyîgît û gelek jin tevlî bîranînê bûn.

Dîdar Gul bi navê tevgera 'Jin bi hev re xurt in a Îzmîrê' axivî û got, "Em ê li her devera ku lê ne gotinên Denîz bêjin, em ê edaletê her tim bixwazin. Ne salek hezar sal jî derbas bibin em ê ji vê têkoşînê venegerin."

Her wiha Parlementer Gul,stan Kiliç Koçyîgît jî axivî û diyar ku ronahiya Denîzê wê taritiyê ronî bike û wiha axivî: "Taritiya ku hevreykê me ji me girt, ne bi tenê bû. Tarîtiyeke gelekî mezin e ku ji kujer re digot, 'navê te çi ye kekê min', wî xwedî dike, mezin dike, bi rêya wî êrişî partiya me kirin. Bi tenê cezakirina Onûr Gencer têrê nake. Her kesên ku wî xwedî dikin û berê wî dan partiya me sûcdar in. Saleke em daxwaza edaletê dikin. Mixabin kujer li salona dadgehê bi xwe re dibîne ku heqaretê li malbata Denîz û li me bike. Hûn nikarin me bi komkujiyan, bi zextan têk bibin. Em ji bo jinê, azadiyê, demokrasiyê, wekheviyê têdikoşin. Heta ku hesab ji vî mejiyê komkujer bipirsin em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Ne HDP, ne jin, ne jî Kurd ji we natirsin. Soza me ji bo Denîz ew e ku biratî û aştiyê bînin vî welatî. Çi dibe bila bibe em ê Tirkiyeya demokratîk biafirînin. Ronahiya Denîz wê tarîtiyê ronî bike."

Piştî axaftinan jinan qerefîlan avêtin behrê. Di vê navberê de dayîka Denîzê Fehîme Poyraz axivî û got: "Denîza min, bi hezaran hevreyên te yên jin hene."