Jinên Tîrêjên Rojê hin çalakî li dar xist

Jinên Tîrêjên Rojê li hemberî îxanetkar û tiryakfiroşan çalakî li dar xist.

Jinên Tîrêjên Rojê li hemberî firoşkarên tiryakê û îxanetkaran çalakî li dar xist.

Daxuyaniya Jinên Tîrêjên Rojê wisa ye:

“Di 10’ê Hezîranê de li taxa Kanarya ya Stenbolê bi şev saet 03.00’an de li ser Rêya Floryayê li hemberî maleke kesên fihûşê dikin û tiryakê difiroşin çalakiyek hate kirin. Di vê malê de 2 kes hatine cezakirin. Tiryaka wan jî hate şewitandin.

Di 10’ê Hezîranê de yekîneyên me li Taxa Kanaryayê ya navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê li hemberî avahiya tekstîlê ya îxanetkaran çalakiyek hatiye kirin. Agahiyên li ser çalakiyê wisa ye:

Saet di 18.00’an de li hemberî qatê dawîn a avahiya tekstîlê bi tarzeke teknîkî mudaxeleyî panoyên elektrîkê hate kirin û ev kat ketiye halekî ku nayê bikaranîn. Ev çalakî li hemberî kesên îxanetê bi nasname, ziman û gelê xwe dikin û bûne evîndarê dijminê xwe hatiye kirin. Di dema vê çalakiyê de jî gelê me yê welatparêz ê li Taxa Kanaryayê piştgirî dane yekîneyên me û em spasiyên xwe pêşkêşî gelê xwe dikin. Ev kesên ku ji gelê xwe veqetiyane û nasnameya xwe firotine, wê xew li we biherime! Wê kesên faşîst û îxanetkar bibin hedefa yekîneyên me.”